Sedema pirsgirêka debarê, desthilatdarî ye

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku krîza aboriyê û xizanî giran dibe, civak di bin sînorê birçîbûnê de ye. Amediyan diyar kirin ku ew bi zorê debara xwe dikin û bal kişandin ser berpirsyariya desthilatdariya AKP-MHP'ê.

Polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP'ê ku çavkaniyên Tirkiyeyê li şer xerc dike, bi rengê zem, bêkarî û xizaniyê tehdeyê li civakê dike. Gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji ber têkçûna aboriyê di asta birçîbûnê de ne.

Amediyan qalê kirin ku krîzê û zemê bandoreke çawa li wan kiriye.

NE XEMA KESÎ YE KU KÎ BIRÇÎ YE

Serkan Kaya: Bi 200 TL'î nikarim debara xwe bikim. Berê dema ku em diçûn sûkê, bi 5-6 kîsikan em vedigeriyan malê, niha em bi kîsikekî vedigerin. Buhayê elektrîkê ku berê 100 lîre bû, niha 700-800 lîre tê. Ev hemû sûcê sîstemê ye, nikarin birêve bibin. 20 sal in bi tena serê xwe desthilatdar e, lê tiştek nehatiye guhertin. Li qesra xwe dimînin, kî birçî ye kî têr e, ne xema wan e.

CARNA BI DESTVALA JI SÛKÊ VEDIGERIM MALÊ

Şehnaz Ezer: Her tişt biha bûye. Berê me karîbû zebze, fêkî bikirin. Îro min li buhayê wan nihêrî, kîloya firingiyan 15-20 lîre ye. Niha bêyî ku tiştekî bikire ez ji bazarê vedigerim malê. Mîna ku ev jî têrê nake, her roj zemê dikin. Gaz bûye hezar û 500 lîre. Di nava zivistanê de neçar mam ku kombiyê bigirim. Kar ji xwe nîne. Mêr êdî mîna berê nikarin kar jî peyda bikin. Em mat mane. Me karê tûtinê dikir, ew jî qedexe kirin. Ji ber vê yekê yên rêveber divê guh bidin gel. Divê xwedî wijdan bin.

JI PAŞEROJA XWE EM BI FIKAR IN

Serdar Tan: Bi salan e karê îşportayê dikim. Me berê heqdestê xwe yê rojane derdixist, lê niha em nikarin çaryeka wê jî bi dest bixin. Her wiha me karîbû mirîş û çend tiştan pê re bikirin, lê îro bi heqdestê du rojan em nikarin mirîşkekê bikirin. Divê dewlet êdî çareyekê peyda bike û tedbîran bigire. Bi vî rengî nabe. Em nikarin debara xwe bikin û roj bi roj bêhtir nebaş dibe. Em fatûreyan bi zorê didin. Mehên bê dibe ku em nikaribin wan jî bidin. Em nikarin biçin bazarê. Li mala me hizûr nema. Timî rageşî heye, ji paşeroja xwe em bi fikar in.

ÊDÎ HÊVIYA MIN NEMA YE

Polat Dûrmûş: Ez li Aşevciyan esnaf im. Tişta ku me berê bi 2 lîreyî dida, niha bûye 5 lîre. Aborî gelekî nebaş e, lê belê yên birêve dibin îdîa dikin ku gelekî baş e. Berhemên ku ji îxracatê bi buhayekî guncaw tê kirîn, bi du qatî ji me re tên firotin. Mînak me berê alavên mîna kevçî difirot, niha ji ber ku buhayê wan guncaw e em neçar man karê goreyan bikin. Li vê bazarê gelek dikan hatin girtin. Êdî hêviya min nemaye. Edalet nîne. Edalet tenê navê qesran e. Lewma paşeroja xwe nabînim. Ji niha ve paşeroja me tune kirin.

MIROV XWE DIKUJIN

Alî Îhsan Adivar: Krîza aboriyê bandoreke giran kir. Weke mirovekî di nava şert û mercên asayî yên civakê de dijî, vê dibêjim; ji nedîtî hatina mirovên ku bi mûçeyê kêmtirîn dixebite, li dijî mirovahiyê ye. Hingî înkarkirina mirovbûnê ye. Lewma divê civak çavên xwe veke û êdî helwestê nîşan bide. Kêr gihîştiye hestî. Xizanî û krîza aboriyê mezin bûye. Mirov xwe dikujin. Desthilatdarî li hemberî vê bêdeng e.