Saziyên Şengalê: Em ji balefirên Erdogan natirsin

Sazî û rêxistin û gelê Êzidî daxuyaniyek hevpar dan û gotin:: “Bila Erdogan û dijmin bizanibe, em ne Êzidiyên berê ne, em ê canê xwe, hebûna xwe bikin qûrbana Şengalê û axa xwe bernadin.”

Sazî û rêxistin û gelê Êzidî di derbarê balefirên Tirk de daxuyaniyek dan û diyar kirin armanca Tirkan tûne kirina gelê Êzidî ye û wiha gotin: “Bila Erdogan û dijmin bizanibe, em ne Êzidiyên berê ne em ê canê xwe, hebûna xwe bikin qûrbana Şengalê û axa xwe bernadin.”

Balefirên dewleta dagirker a Tirk şevê din seatên dereng , Çiyayê Şengalê bombebaran kir û di encamê de welatiyek sivîl jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê hemû sazî û rêxistin û gelê Êzidî hemberî vê nerazîn bûn nîşan dan û li cihê Qahê yê ku aliyê balefiran ve hate rûxandin daxuyaniyek ji raya giştî re dan.

Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Hecî Hesen bal kişand ser fermana 73’an û diyar kir ku wê demê jî çeteyên DAIŞ’ê û bi hevkariya Tirkiyê-Barzanî xwestin Şengalê bê Êzidî bikin û wiha got: “Piştî ku plan û armancên van hêzan a tûnekirina gelê Êzidî vala derket. Ji ber ku Êzidî îro bûne xwedî hêz, xwedî îrade û vînek xurt. Di 3’ê Adarê heman hêzan xwestin plana mayîn temam bikin, bi saya şehîdên me ew plan hatin vala derxistin û nehiştin yek bost axa Şengalê were dagir kirin. Barzanî şevê din carek din hewara xwe gihand Erdogan û êrîşê Şengalê kirin, ji ber ku fikir û armanca Barzan-Erdogan yek e. Vê carê jî bi balefiran êrîşê axa me ya Êzidxanê kirin. Şevê din jî heman armanca tûne kirin û vala kirina Şengalê êrîş kirin. Li Radyoya Çira Şengal a bûye deng û heqîqetan Êzidiyan bê deng bikin. Her wiha balefiran li Qahê xistin a ku cihê dilanên gelê Êzidî bû, piştî fermanê jî ev qahe bûye navenda erzaq ji bo gelê Êzidî jiyana xwe pê bidomîne, lê di vir de ciwanek sivîl yê gelê Êzidî şehîd ket.”

Hesen destnîşan kir ku bila hemû cîhan zanibe wê Êzidî serê xwe bidin lê axa xwe nadin û got: “Em dev jiyanek azad û birûmet bernedin û nekevin bi desthilatdariya hêzên derve de. Em carek din soza xwe ya nû dikin û heta yek Êzidî heye û xwîn di laşê wan de dimîne wê ti kes vê axa Êzidxanê bernedin û terka vê axê nekin. Şengal koka Êzidiyane, em amadene canê xwe bidin lê axa xwe nadin.”

Li ser navê Tevgera Jinên Azad ên Êzidî Dayê Niam axivî û diyar kir ku carek din dijmin şevê din êrîşê axa wan û gelê wan kir û wiha pêde çû: “Gelê me 3 sal e rexmê hemû bêderfetî û zehmetiyan jî di nava Çiyayê Şengalê de têkoşîn dike. Erdoganê DAIŞ û DAIŞ’ê xirabtir carek din dixwaze Êzidxanê ji Êzidiyan vala bike. Çala ku Erdogan ji bo gelê Êzidî çêkir ew bi xwe ketin wê çalê. Bila Erdogan baş zanibe tu çiqasî êrîşê çiya bikî em ê cihek din yê çiya xwe rêxistin bikin û saziyên xwe ava bikin. Ne tangên Erdogan û ne jî balefirên wê wî nekaribe îradeya gelê Êzidî bişkîne. Ji ber ku em îro xwedî îrade û xwedî hêzekin û em ne ew êzidiyên kevin in ku serî ji kesekê re bitewînin.”

Dayê Niam hêrsa xwe hemberî rêxistinên mafê mirovan anî ziman û wiha got: “ Ka ew rêxistin û saziyên dibêjin em mafê mirovin, ka li kûderê ne, çima van êrîşên ser Şengalê nabînin? Ew saziyên dengê xwe nakin şirîk û hevalbendên Erdogan in. Ev çend sal e Erdogan tu, bi PKK’ê re şer dikî çima nikari xilas bikî, PKK’ê dikî bihane û tê êrîşê me dikî, tu ewqas bi hêzî keremke biçe çiya biqedîne. Heta yek zarokê me heye û em dijîn, yek ji me wê terka vê axê neke. Em êdî ji ti kesekê natirsin û çavê me ji kesekê naşkê. Egeer tu dibêjî ez ê Êzidiyan xilas bikim, pêwîste Erdogan were li 50 hezar çadirên gelê Êzidî bixe.”

Di dawiyê de Dayê Niam bang li gelê Êzidî kir û ev got: “Êdî bese, bibin yek tifaq û bibin yek dest. Êdî hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Eger em îro ji bo ax û dinê xwe neyên kuştin wê demê tu wateya jiyana me tûne.”

 Di dawiyê de jî Serokê PADÊ Şêx Qehtan axivî û armanca van bombebaranên Tirkan wiha anî ziman: “Ji ber ku 21’ê Nîsanê konferansa Êzidiyan a yekitiyê li Elmanya çêbû, ji bo ev yekîtî negihe serî êrîş kirin. Lê bila dijmin baş zanibe çiqasî êrîş dikin bila bikin, Êzidî kûdera cîhanê bin wê îtifaqa xwe çêbikin û neyên leyîstokên dijminan. 63’ê fermanên hatîn serê me bi destê Osmanî û Tirkan çêbû, wê demê vî çiyayî de PKK’e nebû, partiyên din nebûn, lê carek din jî êrîş kirin û ferman anîn ser gelê me. Bi hemû hêz û leyîstokên xwe Tirk û Erdogan dixwaze Êzidiyan tûne bike û olê me ji holê rake. Tu çiqasî êrîş bikî wê ev gel ber xwe bide û wê tûne nebe, çawan ne karîn di 73’ê fermanan de gelê me tûne bike, vir pêde bi êrîş û balefirên xwe jî nikare me êzidiyan tûne bike.”

Qehtan bang li hemû cîhanê kir û got: “Carek din êrîşên hemberî gelê Êzidî bila cîhan bêdeng nebe û çavê xwe li van êrîşan negirin. Ev çend sal e dewlat Iraqê xwedî li Şengalê derneketiye, şevê din jî bombebaran ser Şengalê ne rewa bû, lê Iraqê dengê xwe nekir. Dibêjin ji bo PKK’ê êrîşê Şengalê dikin, ev hemû ne rastin tenê bihane û hêcetin. Ev êrîş, êrîşa ser gelê êzidiye û ser me ye. Ev salon an jî qahê ku êrîş kirine bi salene cihê dawetan bû, piştî fermanê jî cihê erzaqê gelê me bû, dîsan keliyê Kersê cihê lê xistin cihê ku gelê me têde ji aliyê gerilayên PKK’ê ve hate xilas kirin û parastin. Disa cihê din yê bombebaran kirin cihê dengê Çira Şengal, cihê dengê gelê me bû. Ji ber bêdengiya dewlet û hêzên navnetewî wê bibe sedema sibê bi dehan sivîlên em werin qetil kirin.”

Qehtan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger îro hêzên navnetewî, Iraq, Emerîka û dewletên din xwedî li Şengalê û gelê Êzidî dernekeve, wê Erdogan carek din armancê xwe pêk bîne û bixwaze gelê me Êzidî tûne bikin.”