Piştî ku Nêçîrvan Barzanî gef li civaka Êzîdî û Şengalê kir, saziyên ku nûnertiya civaka Êzîdî dikin, bi daxuyaniyek hevpar bersiv dane gefên Nêçîrvan Barzanî û xwestin ku PDK li dijî Êzîdiyan û Şengalê dev ji siyaseta înkarê biqere, vîna siyasî, leşkerî ya Êzidiyan qebûl bike û nebe dûvelinga dewleta Tirk û AKP’ê.
’DAXUYANIYÊN BARZANÎ GEFXWARINA LI ÊZÎDIYAN Û ŞENGALÊ YE’
Di daxuyaniya hevpar a saziyên civaka Êzîdî de bal hate kişandin ser giringiya banga KCK’ê ya ji bo Kongra Netewî ya û wiha hate gotin: ’’Di demeke wiha de ku bangên Kongra Netewî ya Kurd ji aliyê gelek hêz û rêxsitinan ve her roj têne kirin û işaret bi wê yekê dibe, ku Kurd pêwîstiya wan bi yekîtî û yekrêziyê heye, raya giştî rastî daxuyaniyek seyir hat ku ji aliyê Birêz Nêçîrvan Barzanî ve hate dayin. Daxuyaniya Barzanî bi şêweyekî gefxwarin û tehdîd li dijî Êzdiyan û Şengalê bû. Barzanî dibêje; ’’Eger hêzên PKK’ê ji Şengalê venekişin, ew ê wan bi rêya şer derxîne’’
PKK û YPG JI BO PARASTINA ŞENGALÊ 200 ŞEHÎD DAN
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser dema qirkirina Şengalê û rewşa PDK’ê ya dema qirkirinê hate bibîrxistin û gotin, PKK’ê ew ji qirkirineke mezin rizgar kirin. Di daxuyaniyê de divê mijarê de ev xîsûs hatin nirxandin:
’’Weke ku tê zanîn 03.08.2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herema Şengalê û gelê me yê Êzdî kirin. Di encama vê êrîşê de komkujiyek mezin rû da. Bi hezaran kes hatin kuştin û dîl ketin destê dijmin. Bi sedhezaran jî derbider bûn. Hêzên pêşmergeyên PDK’ê yên ku ji bo parastina Şengalê hatibûn wezîfedarkirin, herem terikandin û bê ku berevaniyê bikin, vekişiyan. Di wê demê de yekser hêzên HPG’ê mudaxelyek lezgîn kirin. Bi sedan şervan bi rêya Rojava û Başûr berê xwe dan Şengalê û bi wezîfeya xelaskirina gel li dijî DAIŞ’ê, şer kirin. PKK biryara mudaxeleyê da û li gel hêzên YPG’ê korîdor bi xwîna 200 Şehîdan hate vekirin, da ku bi dehhezaran Êzîdî ji mirinê xelas bibin û bigihijin cihê ewle yê li Rojava.’’
’’PKK NE TENÊ BEREVANIYA ŞENGALÊ, BEREVANIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ KIR’
Hêzên leşkerî yên PKK ne tenê ji bo Şengalê, lê her weha ji bo Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û hin deverên din yên Başûr ketin nava seferberiyê. Hin şervan bi rêya Hewlerê derbasî heremên şer bû û cihê xwe di çeperan de ji bo parastina gelê Başûr girtin. Ev mudaxeleya PKK rastî rihetiyek mezin û silavek gerim ji aliyê hêzên siyasî yên Başûr û gelê heremê hat. Heta birêz Mesûd Berzanî, Serokê Herema Başûrê Kurdistanê bi xwe serdana hêzên HPG kir û destxweşî li wan kir. Wiha hate gotin:
’’ Hêzên leşkerî yên PKK’ê ne tenê ji bo Şengalê, lê her wiha ji bo Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û hin deverên din yên Başûr ketin nava seferberiyê. Hin şervan bi riya Hewlerê derbasî heremên şer bûn û cihê xwe di çeperan de ji bo parastina gelê Başûr girtin. Ev mudaxeleya PKK’ê rji hêla hêzên siyasî yên Başûr û gelê herêmê ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin û slavkirin. Heta birêz Mesûd Berzanî, Serokê Herema Başûrê Kurdistanê bi xwe serdana hêzên HPG’ê kir û destxweşî li wan kir.
Tevgera Azadiya Kurdistanê daxuyanî belav kir û diyar kir ku hêzên wan ji bo parastina deskeftiyên Başûr di nava tevgerê de ne û ew ê li dijî DAIŞ’ê heta dawiyê şer bikin. Bi hatina HPG’ê hêzên pêşmergeyan cesaret û moral girtin. HPG li gelek deveran derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin û bi sedan Şehîd dan.’’
’’PDK AMBORGEYEKE DIJWAR LI SER ŞENGALÊ DANIYE’’
Piştî ku piraniya herema Şengalê ji çeteyên DAIŞ hate rizgarkirin û hêza Êzdiyan yên leşkerî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava bû, ku ji keç û ciwanên Êzdiyan pêk tê, siyaseta PDK’ê hate guhertin, daxuyaniyên ne di xizmeta yekîtiya Kurdan de ji devê çend berpirsên vê partiyê derketin. PDK her weha destûr da artêşa Tirk ya dagirker ku hêzên xwe yên leşkerî bîne li herema Êzdîxan, li devera Başîqa bi cih bike, her roj Êzdiyan tehdîd bike, karê sîxûriyê yê tarî li dijî wan bi rê ve bibe. PDK ambargoyek dijwar daniye ser herema Şengalê û heta bi xwarin û alavên avakirinê biriye. PDK bi siyaseta dijminane dixwaze rê li ber xweseriya Şengalê û geşbûna hêza Êzdiyan ya leşkerî ya YBŞ’ê bigre. PDK a ku hesab ji hêzên xwe yên ku meydana şer terikandin û Êzdî bi mirinê re rû bi rû hiştin nexwest, qet kes neda ber lêpirsînê, niha gefên şer li Êzdiyan dike, artêşa Tirkan tîne heremên wan û ambargoyê datîne, xwarin û alavên jiyanê li ser wan qut dike.’’
Li dijî vê helwesta PDK’ê ya xeter û ne li gor berjwendiyên kurdan, nerazîbûn ji gelek aliyên Kurdistanî ve hate nîşandan. Her wiha rêveberiya xweser ya Şengalê jî ev gefên şer yên Nêçîrvan Berzanî şermezar kir. Şengalî dixwazin herema xwe bi rê ve bibin û xwe bi xwe biparêzin û qet qebûl nakin ku carek din ji aliyên wan kesên ve ku ew di destê cheteyan de hîştin û reviyan werin birêvebirin.
’’BILA PDK DEV JI SIYASETA ÎNKAR Û ÇEWISANDINA ÊZÎDIYAN BIQERE’’
Herî dawî di daxuyniyê de daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî hatin şermezarkirin û ji PDK’ê hate xwestin ku bila dev ji siyaseta înkar û çewisandina Êzîdiyan biqere û bes bibe dûvelinga dewleta Tirk û AKP’ê û ev tişt anî ziman:
’’Em li vir van daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên gefxwarinê yên bi şer û tehdîdên wî li dijî Êzdiyan û Şengalê şermezar dikin. Em daxwaz ji PDK’ê dikin ku dev ji siyaseta inkar û çewsandina Êzdiyan berde û iradeya wan ya siyasî û leşkerî qebûl bike. Her wiha em daxwaz ji PDK’ê dikin ku vegere nava refên Kurdan û ji dewleta Tirk û AKP re nebe alav pêlîstinê.’’
BANG: ’’HÊZÊN SIYASÎ YÊN BAŞÛR LI DIJÎ GEFAN NERAZÎBÛNÊ NÎŞAN BIDIN’’
Em her wiha bangên li hemû hêzên siyasî yên Başûr û tevahiya Kurdistanê dikin ku nerazîbûna xwe li himberî van gefên şer diyar bikin û helwesteke xurt nîşan bidin. Ji bo pêşeroja Şengalê jî em dibêjin, bila gelê me xwedî gotin be. Bila ew bi xwe biryara xwe bide û tu kes bila hewl nede mîna berê wê ji bo xwe bikar bîne, di dema êrîşan de meydanê terik bike û miletê dest vala bi dijminê hov re rû bi rû bihêle. Em dibêjin ew dem qediya. Niha Şengal û Êzdî di prosesa xwerêvebirin û xweparastinê de ne û dem bi paş ve nema vedigere.’’
SAZIYÊN CIVAKA ÊZÎDÎ KU DAXUYANÎ ÎMZE KIRIN
Hevbendiya Êzîdiyên Sûriyeyê (HÊS)
Komeleya Êzîdiyan/ Kantona Efrînê
Mala Êzîdiyan/ Kantona Cezîrê
NAV YEK ( Navenda Yekîtîya Komelên Êzdiyan )
SMJÊ ( Siwana Meclisa Jinên Êzîdî )
HCÊ ( Hevgirtina Ciwanén Êzîdî )
MŞD ( Meclîsa Şengalê ya Dîaspora )
PHKÊ ( Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî )
Koordinasyona Meclisa Gundê Êzîdiyan
Mala Êzdiyan ya Siegen/ Elmaniya