Saziyên Şengalê: Li hember êrîşên dagirkeriyê bêdeng nemînin

Saziyên Şengalê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin.

Saziyên Şengalê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîrşên dewleta Tirk a dagirker dan û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şeva 19-20’ê Mijdarê êrîşê Rojavayê Kurdistanê kiribû.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê, Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê (YCÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Asayîşa Êzidxanê, Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidxanê (PADÊ), Heyetil Eşayîrî û Desteya Rêveber ya Şengalê bi daxuyaniyekê hevpar piştgirî dan Rojavayê Kurdistanê.

Hevserokê Meclîsa Gel ya Şengalê Xêro Qasim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku her kesê êrîşê dît, lê bêdeng man û wiha hate gotin: “Em weke xelkê Şengalê êrişên dewleta Tirk yên ser Rojava, Şengal û gerîlayan bi tundî şermezar dikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafê mirovan û Hikumeta Iraqê dikin ku li hemberî van êrişan rawestin. Êdî bese, rojane ev êriş pêktên. Ka mirovahî û mafê mirovan li ku derê ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de gotin: “Heya kengê wê ev êriş dewam bikin. Ti mafek mirovahiyê li gel dewleta Tirkiyeyê nînin. Em weke xelkê Şengalê piştgiriya xwe ji Rojavayê Kurdistanê re tînin ziman. Piştgiriya gerîla û şehîdên xwe dikin û emê tola wan rakin. Çi bikin jî, çi ji destê wan bê, emê nekevin.”