Saziyên Êzidiyan salvegera avabûna PKK’ê pîroz kirin

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya (NAV-YEK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ) û Navenda Çanda Êzîdxan (NÇÊ) bi daxuyaniyeke hevpar salvegera avabûna PKK’ê pîroz kirin.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya (NAV-YEK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ) û Navenda Çanda Êzîdxan (NÇÊ) bi daxuyaniyeke hevpar salvegera avabûna PKK’ê pîroz kirin.

Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di serî de em NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya), Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HC),  Navenda Çanda Êzîdxan (NÇÊ) û civaka Êzidiyan cejna vejînê li cangoriyên tekoşîna demokrasî û azadiyê, li Rêber Apo, li hêzên parastina gel, li gelê Kurd, li gelê Rojhilata Navîn, li civaka Êzidiyan û li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.

27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye. Di sala 1978'an de wê rojê, birêz Abdullah Ocalan û rêhevalên wî bi giyana ciwantî, ji koletî, zilm û zora dewleta dagirker re gotibû êdî bes e û bi avakirina PKKê dest bi tekoşînê kiribûn.

Li ser damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re 40 sal derbas bû. Bêguman vê dîroka giranbiha û zindî ku bi xwînê hatiye nivîsandin, mirov nikare bi hêsanî bîne ser ziman. Bi damezirandina PKK’ê re, dîroka gelê Kurd ji nû ve hatiye nivîsandin, gele Kurd bû xwedî îrade, bû xwedî nasnameyeke bi rûmet û îro jî tevî hemû hewldanê tinekirinê, gelê Kurd ji her wextî bêhtir nêzî azadiyê ye.

Di encama tekoşîna şoreşî û çekdarî de hebûna gelê Kurd hate qebûlkirin. Gelê Kurd bi demê re êdî ne tenê mafên xwe yên ҫandi û civakî mîsoger dike, her weha bûye hêza bingehîn ji bo pêşketina demokrasî û azadiya gelan. Dewleta Tirk û hikumeta AKP bi konsepteke qirêj dixwazin tevgera azadiyê tasfiye bikin û îrada gelê Kurd bişkênin. Lewma jî di her milî de û li tevaya Kurdistanê êrîşên tunekirinê zêde kirine. Ji aliyekî ve hemû cureyê şerê psîkolojîk tên bikaranîn, ji aliyê din ve operasyonê qirkirinê li dijî hêzên parastina gel û gelê Kurd roj bi roj berfirehtir dibin.

Lê em di wê baweriyê de ne bi pêşengiya Rêberê gelê Kurd û tevgera azadiyê û berxwedana gelê Kurd wê hemû lîstokê dijmin têk biçin. Bersiva tevgera azadiyê û ya gelê Kurd bilindkirina tekoşîna demokratîk û azadiyê ye.

Em jî weke civaka kurdên Êzdi û saziyên Êzîdiya, di bin her şert û mercan de tevî hemû hêza xwe piştgirtinê didin destkeftiyê gelê kurd li rojavayê Kurdistanê, taybetî li Efrînê, li Şengalê û berxwedana gelê xwe li her deverê.

Her weha em siyaseta dewleta AKP û hevalbendên wê li dijî rêveberên PKK’ê, li dijî gelê Kurd û tecrîta li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em berxwedana serdemê ya gelê xwe û ya hêzên parastina gel li dijî hêzên dagirker yên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ ê bi hurmet silav dikin.

Bi van bîr û baweriyên xurt em careke din vê roja pîroz, li hemû gelên bindest û aṣtîxwaz pîroz dikin û serkeftinê ji gelê xwe re dixwazin.”