Nûçeya Lezgîn: KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin

Sarya Reqayî: Bi şoreşa Rojava re jiyana min guherî

Sarya Reqayî gerîlayeke PKK'ê ye. Bi salan di nava polîtîkayên asîmîlasyonê de jiya. Bi şoreşa Rojava re jiyana wê ji nişka ve guherî.

Di vê demê de ku bala hemû cîhanê li ser operasyona Reqayê ye, me gerîla Sarya ku gerîlayeke jin a ji Reqayê ye, dît û em pê re rûnişt. Sarya bal kişand ser jiyana xwe ya beriya naskirina PKK'ê û xuya ye hingî gelekî zehmetî kişandiye. Yek ji bi hezaran jinan e ku hem bandora rewşa feodal a malbatê, hem jî zexta rejîma Sûriyeyê gelekî lê bûye.

'ZEXTA LI DIJÎ JINÊ DI ASTA HERÎ BILIND DE YE'

Sarya got, "Reqa bajarekî girîng ê Sûriyeyê ye. Bi giranî Ereb û Kurd lê dijiya. Nifûsa Ereban zêdetir bû. Di nava malbata min de zexta li jinê dihat kirin, di asta herî bilind de bû. Bêguman ev rewş ne tenê di nava malbata min de bû. Li gelemperiya Sûriyeyê sîstmeke bi vî rengî hebû. Jin ji nedîtî ve dihatin. Li Reqayê jî rewş ne cuda bû. Ev yek bi polîtîkayeke nerm dihat meşandin. Li dijî jinê şîdeteke gelekî mezin hebû, zext hebû lê belê civakî jî bi rêbazekê hatibû tevizandin. Dema ez li jiyana xwe vedigerin dibînim ku her tim zext dihat kirin. Bi demê re lêpirsînek jî rû dida. Lê belê cihekî welê tinebû ku ev lêpirsîn bi ser bikevin."

JI BO VEGERA LI CEWHERA XWE BERÊ XWE DA ÇIYÊ

Gerîla Sarya destnîşan dike, ku bi bandora Şoreşa Rojava re wê ji xwe re nexşerêyek diyar kiriye û qala wê demê dike: "Dema ku Şoreşa Rojava dest pê bike, di nava civakê de hin guhertin derdiketin pêş. Bandora şer hêdî hêdî giran dibû. Bi taybetî li cihekî mîna Reqayê ku zext lê hebû, di demeke kurt de hin rewşên ku mirov dikarin ji bo civaka Ereb bêjin erênî ye, derdiketin holê. Bêguman lêgerînên min jî roj bi roj zêde dibûn. Dema min bersiv ji van lêgerînên xwe re didît, jiyana min jî diguherî. Di destpêkê de min xwest cihê xwe di nava karê Şoreşa Rojava de bigirim. Lê belê bi min xweştir hat ku felsefeya Rêber Apo re bi jiyana çiyê re bikim yek û bi vî rengî bijîm. Ez pê bawer bûm ku tevlîbûna li nava refên PKK'ê wê ji bo min gelekî baştir be. Ji ber ku ew çiqasî ji sîstemê dûr biketibûma, ewqasî jî ez ê li cewhera xwe vegeriyabûma. Lewma hatim çiyê."

'MIN TEHMA JIYANEKE WATEDAR KIR'

Sarya bi kêf û coş qala bandora jiyana çiyê li ser jiyana wê dike: "Piştî ku hatim çiyê, bi awayekî vekirî bêjim; min cewhera xwe dît. Gelekî lêgerînên min çêbûn, min nedizanîbû çi bikim. Lê êdî min ji xwe re nexşeya jiyanê destnîşan kir. PKK ji bo min bû rêyek. Ji ber vê yekê dikarim bêjim ku weke jinekê min tehma jiyaneke watedar kir."

'JI BO SÛRIYEYA DEMOKRATÎK DIVÊ REQA RIZGAR BIBE'

Gerîla Sarya di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Reqayê û operasyonên rizgarkirina Reqayê: "Weke min got, li Reqayê beriya Şoreşa Rojava zexteke mezin a civakî hebû. Bi Şoreşa Rojava re xebatên hatin kirin, bandoreke erênî li Reqayê jî kiribû. Bi taybetî bandor li jinan dikir. Lê belê hîn bûm ku di nava vê demê de DAIŞ'ê êrîşî wê derê kiriye. Ya rast ez gelekî li ber ketim. Ji ber ku li wê derê ji bo azadiyê gav hatibû avêtin. Demeke dirêj wehşeta DAIŞ'ê li ser hebû. Ji xwe cîhan dev û civak bi hovîtiya DAIŞ'ê ya li civakê û jinan dizane. Eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê komkujiyên mezintir li civakê bike, ku vê civakê bi Şoreşa Rojava re azadî nas kir. Operasyona rizgarkirina Reqayê û bicihkirina felsefeya Rêbertî li wê derê gelekî girîng e. Ji ber ku eger bi vî rengî be, wê gel bi rengekî azad û wekhev bi hev re bijîn. Operasyona ji bo Reqayê di van rojan de mezin dibe. Bi dîtina min rizgariya Reqayê wê ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê bibe gaveke girîng. Weke miroveke ku li wê derê bi salan zexta sîstemê lê hat kirin, rizgarkirina Reqayê wê ji bo jinan û hemû civakê gelekî girîng be."

Piştî sohbeta bi Sarya re, em careke din dikevin ser rê. Li cihekî din, di demeke cuda de em ê çîrokên gerîla binivîsînin.