Şaredariyên qeyûm lê ne, ji aliyê Galîp Ensarîoglû ve tên birêvebirin!
Şaredariyên DBP'yî yên Amedê, ku qeyûm lê hatine bicihkirin, derket holê ku ji aliyê Parlamenterê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû ve tên birêvebirin.
Şaredariyên DBP'yî yên Amedê, ku qeyûm lê hatine bicihkirin, derket holê ku ji aliyê Parlamenterê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû ve tên birêvebirin.
Ensarîoglû hewl dide di ser şaredariyan re AKP'ê li Amedê ji nû ve zindî bike û erka girtina karkeran û îhaleyan di destê wî de ye.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku çavê AKP'ê bi salan lê bû û ji bo bi dest bixe serî li her rê û rêbazan dida, piştî ku hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli di 30'ê Cotmehê de hatin girtin, yekser hat desteserkirin. Di 1'ê Mijdarê de bi fermana Wezareta Karên Hundir, Qeymeqamê Etîmesgûtê Cûmalî Atîlla weke qeyûm lê hate bicihkirin û avahiya şaredariyê ji aliyê bi sedan polîsî ve hate dorpêçkirin. Niha çar aliyên avahiya şaredariyê bi bendên ji hesin hatine girtin, maşînên zirxî û tîmên taybet ên bi çekên giran li dora avahiyê ne. Rewşa Şaredariyê dişibe rewşa serdema 12'ê Îlonê. Her kesên dikevin hundirê şaredariyê di kontroleke giran re derbas dibin. Li her qatê avahiyê jî bendên polîsan hatine danîn. Personel jî di nav de ti kes nikare xwe bigihîne qatê 'serokatiyê'. Di van rojan de, tevî rant û îhaleyan AKP'yî ji bo erkekê bi dest bixin di nava hewldanan de ne.
JI SEWALKARIYÊ HETA DAÎREYA HUNERÊ
Ji Sekreteriya Giştî heta serokatiya daîreyan, rêveberên li hemû yekîneyan ji aliyê qeyûm ve ji wezîfeyê hatin girtin. Li vê derê, kesên AKP'yî hatin bicihkirin. Biraziyê Parlamenterê AKP'ê Mehdî Eker ku navê wî di lîsteya 'VÎP torpîl' de derbas dibû Alî Fûat Eker li Serokatiya daîreya Çand û Hunerê hat bicihkirin. Eker ku tevlî Ezmûna Hilbijartina Personelê Cemaweriyê (KPSS) nebûye û tevî vê yekê jî bûye karmendê dewletê, balkêş e ji departmana çandinî û sewalkariyê derbasî daîreya çand ûhunerê bûye. Li Şaredariyê kadrobûyîna AKP'ê bi lez û bez dewam dike. Gelek personelan li dijî qeyûm helwest nîşan dan û biryar dan neçin kar.
ŞAREDARÎ DI KONTROLA ENSARÎOGLÛ DE YE
Tevî vê yekê, agahiyên gelekî girîng bi dest ketin. Li şaredariyên Bajarê Mezin, Sûr, Yenîşehîr, Peyaz, Farqîn û Hênê ku bi rengekî fermî qeyûm lê hatine bicihkirin, erka biryarê ne di destê qeyûman de ye. Derket holê ku ev hemû şaredarî ji aliyê Parlamenterê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû ve tê birêvebirin. Ensarîoglû tevî rêveberên AKP'ê yên bajar û navçeyan bi karsazan gelek caran diçe van şaredariyan û li ser girtina karkeran û têkildarî îhaleyan civînan lidar dixe.
Bi sala nû re wê îhale nû bibin. Karsazên ji bo vê yekê diçin şaredariyan, yekser bi gotina Ensarîoglû tevdigerin. Wekîlê AKP'yî jî ji van karsazên daxwaza îhaleyan dikin dixwaze, propaganda AKP'ê bikin û di referandûm û hilbijartineke pêşwext a gengaz de deng bidin AKP'ê û deng jê re kom bikin.
DI SER ŞAREDARIYÊ RE PROPAGANDA AKP'Ê DIKE
AKP ji bo li Amedê xwe ji nû ve zindî bike, serî li polîtîkayeke bi vî rengî ya di ser şaredariyan re dide. Derket holê ku di çarçoveya vê ppolîtîkayê de bi hin kesên nêzî HDP'ê re hevdîtin kiriye. Ensarîoglû çûye cem hin derdorên nêzî HDP'ê û ji wan re gotiye 'Agahiyên xwe yên nasnameyê bidin, em li şaredariyê kar bidin we. Em hemû Kurd in, werin tevlî AKP'ê bibin'. Ev koma bi pêşengiya Ensarîoglû tevdigere, li nava gel propaganda AKP'ê dike. Li gorî agahiyan, Ensarîoglû hewl dide bi vê rêyê civaka Kurd ber bi xwe ve bikişîne û vîna Kurdan bişikîne.