Şaredariyeke din a DBP’ê hate desteserkirin

Kaymakamê Kopê Haci Arslan Ûzan bi peywira qeyyûmtiyê li Şaredariya Rustemgedîkê hate tayînkirin.

Kaymakamê Kopê Haci Arslan Ûzan bi peywira qeyyûmtiyê li Şaredariya Bajaroka Rustemgedîkê ya bi ser Kopê ya ku navçeya Mûşeyê hate tayînkirin.  Şaredarê Bajarokê yê DBP’yî Abdullah Aydin bi îddîaya ku “Propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû darizandin û piştre jî Wezareta Karên Hundir ew ji peywirê dûr xistibû.

Ûzan ê ku bi peywira qeyyûmtiyê kete şûna Aydin, ligel bi dehan polîsên çekdar hate avahiya şaredariyê ya ala lê hatine daliqandin û bi xebatkaran re civiya.