BI DÎMEN

Şaredariya Qendîlê rêya navbera Akoyetî û Balekayetî çêkir

Şaredariya Binarê Qendîlê ji bo hêsankirina çûn û hatina welatiyên Binarê Qendîlê rêya di navbera Nawdeşt û Dola Baleyanê de çêkir.

Şaredariya Binarê Qendîlê ji bo hêsankirina çûn û hatina welatiyên Binarê Qendîlê rêya di navbera Nawdeşt û Dola Baleyanê de çêkir.

Şaredariya Binarê Qendîlê tevî welatiyên dilsoz ên herêmê di demeke kurt de ev proje temam kir. Bi vê wesîleyê li herêmê merasîmek hate lidarxistin.

Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mamosta Mihemed axivî, bal kişand ser projeyên xwe yên sala bihurî û got, "Tevî krîzên heyî yên li Başûrê Kurdistanê jî, me bi hewldan û hêza gelê xwe yê dilsoz, projeyên xwe bi ser xistin."

Hevşaredara Binarê Qendîlê Emîne Hemed Abdulah, kêfxweşiya xwe ya ji ber temamkirina vê projeyê nîşan da. Abdulah bomberdûmana dewleta Tirk bibîr xist û got, "Dijminên me çiqasî cih û warên me xera bikin jî em ê bi projeyên xwe ji nû ve ava bikin."

Li ser navê Tevgera Azadî jî axaftin hat kirin û hat gotin, dema gel bi hev re dest bi karekî bike, tê dîtin ku bi ser dixîne.

Ji YNK'ê Cîgirê Navenda 6. a li Soran Loqman Werdî jî spasiya Şaredariya Binarê Qendîlê û şêniyên herêmê kir, ku bi alîkariya hev projeyeke bi vî rengî bi ser xistine.

Yek ji welatiyên binarê Qendîlê Mam Meruf Enzêyî jî bal kişand ser xebatên şaredariya Binarê Qendîlê û got: "Girîng e ev proje di demeke kurt de hatiye temamkirin."

Heşaredar EmÎne Hemed Abdulah ji ANF'ê re qala xizmetên xwe kir.