Şaredariya Dîgorê jî hat desteserkirin
Şaredariya Dîgorê jî bi rêya qeyûm hat desteserkirin. Biryar bi rêya telefonê ji Hevşaredar Baykiz re hat ragihandin.
Şaredariya Dîgorê jî bi rêya qeyûm hat desteserkirin. Biryar bi rêya telefonê ji Hevşaredar Baykiz re hat ragihandin.
Talan û dagirkeriya rejîma AKP/Qesrê ya li ser rêveberiyên herêmî, ku dest datîne ser vîna gelê Kurd, dewam dike.
Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Dîgor a Qersê ye Mûstafa Gungor weke qeyûm li Şaredariya Dîgorê ya DBP'yî hat bicihkirin. Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiya Şaredariyê û avahî hê jî dorpêçkirî ye.
Hevşaredar Reîz Baykiz ku niha li Enqereyê ye, bi rêya telefonê jê re hat ragihandin, ku qeyûm li şûna wan hatiye bicihkirin.