Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Şaredariya Cizîrê ji aliyê AKP'yiyan ve tê talankirin

Li Şaredariya Cizîrê, ku qeyûm lê hat bicihkirin, biryara li ser girtina karkeran ji aliyê baskên AKP'ê yên jin û ciwanan ve tê dayîn. Personelên AKP'yî her wiha nayên kar û kar bi giranî li ser milê karkerên din dimîne.

Piştî ku bi rêya qeyûma Şaredariya Cizîrê hat desteserkirin, karker yek bi yek ji kar hatin derxistin. 90 kes ji kar hatin derxistin û li şûna van jî 150 kesên ji baskên AKP'ê yên jin û ciwanan li karê şaredariyê hatin bicihkirin. Li navçeyê ti xizmeta şaredariyê nîne, tenê bi armanca 'ewlekariyê' beton li ser rê tên rijandin, rê tên ronîkirin û kamerayên mobese li derdorê tên bicihkirin.

Îhaleyên ku divê bi ûsilê vekirî bên kirin, bi rengekî girtî tên kirin û nayê eşkerekirin bê ji kê re hatiye dayîn. Avahiya xizmetê, ku di dema şaredariya DBPyî de weke navenda tenduristiyê dihat bikaranîn, niha di bin navê Navenda Çandê de veguherandina navenda jin û ciwanên AKP'ê. Biryara li ser girtina karkeran jî li vê derê tê dayîn.

Ji ber ku personelên piştî qeyûm li kar hatin bicihkirin karê xwe nakin, bar girantir bûye. Karkerên ku gefa derxistina ji kar li wan tê xwarin, neçar tên hiştin ku karê personelên AKP'yî yên nayên kar jî bikin. Gefa 'fesha şîrketê ya bi yekalî' li xwediyên fîrmên taşeron tê xwarin û li ser wan tê ferzkirin, ku karkerkên xwe ji kar derxînin û li şûna wan, kesên ji aliyê qeyûm ve hatine hilbijartin li kar bi cih bikin.

Karkerê bi navê C.D. ku 7 sal in li Şaredariya Cizîrê dixebite, qala rewşê kir:

'GEFA DERXISTINA JI KAR LI ME TÊ XWARIN'

"Li Şaredariya Cizîrê gelek mirov ji kar tên derxistin. Li şûna mirovên ji kar tên derxistin, ji baskên AKP'ê yên jin û ciwanan mirov tên bicihkirin. Piştî ku ev kes dest bi kar dikin, êdî nema tên Şaredariyê. Vê carê jî bar li ser milê karkerên din dimîne. Gef li karkeran tê xwarin, ku eger karê wan kesan jî nekin, wê ji kar bên derxistin.

'BI PÊŞNIYARA AKP'YIYAN MIROVAN DIGIRIN KAR'

Zext û gefa li fîrmayên taşeron jî gelekî zêde ye. Li ser wan tê ferzkirin ku hejmara karkerên xwe kêm bike û karê li ber dest biqedîne. Ew jî neçar dimînin karkeran derdixînin. Heta niha 90 kes ji Şaredariya Cizîrê ji kar hatine derxistin. Li şûna van 150 kes bi biryara AKP'yiyan li Şaredariyê hatin bicihkirin. Bi pêşniyara AKP'yiyan mirovan digirin kar. Ne tenê karkerên taşeron, personelên din ên bi peyman jî bi vî rengî tevlî kar tên kirin.

'AVAHIYA XIZMETÊ DA AKP'YIYAN'

Cihê ku di dema şaredariya DBP'yî de weke Navenda Tenduristiyê dihat bikaranîn, niha veguherandina navenda çandê û weke avahiyek rêxistinbûna baskên AKP'ê yên jin û ciwanan tê bikaranîn. Saziya ku xizmeta tenduristiyê dida, niha weke avahiya AKP'ê ya navçeyê tê bikaranîn. Îhale kengî tê kirin, radestî kê tê kirin, nayê eşkerekirin. Hemû îhale bi veşartî tên kirin.

'KAR NAYÊ KIRIN, YÊ TÊKIRIN JÎ JI BO EWLEKARIYÊ YE'

Piştî ku qeyûm li Şaredariya Cizîrê bi cih bû, ti xizmet nehat kirin. Tenê ji bo 'ewlekariyê' rê û kolan tên çêkirin. Ji bilî wê tiştek nayê kirin. Ji bilî bicihkirina kamerayên mobese û ronîkirina rêyan, tiştek li navçeyê nayê kirin. Ev hemû jî ji bo 'ewlekariyê' tên kirin."