Saraya Kaya dîsa nehate berdan

Dadgeha Tirk biryar li ser da ku Hevşaredara Nisêbînê ya ku rehîn hatiye girtin, neyê berdan.

Danişîna doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya hat lidarxistin û di vê danişîna 16’an de jî nehate berdan. 
 
Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ji 13’ê Çile ya 2017’an ve girtî ye û ev bû danişîna 16’an ji bo wê li Dadgeha Mêrdînê tê lidarxistin. Kaya ya bi angaşta “Yekrêziya welat xera kiriye” tê darizandin îro jî bi rêya dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tarûsê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Kaya di danişînê de amade bûn. 
 
Dozger biryara (mutala) xwe ya berê dabû dîsa dubare kir û xwest Kaya bi cezayê muebetê were cezakirin. 
 
'AMIRÊ TEM’Ê YÊ GIRTÎ DOSYE AMADE KIRIYE’ 
 
Parêzerê Kaya, Kamûran Tanhan parastina miwekîla xwe kir û da zanîn ku dosyeya miwekîla wî jê tê darizandin ji aliyê amirê berê yê Şaxa TEM’ê ya Nisêbînê Unal Ûyar ve bi delîlên pûç hatiye amadekirin. Tanhan ji bo parastinê ji şandeyê dem xwest. 
 
Parêzer Mazlûm Dînç jî anî ziman ku amirê TEM’ê bi awayek xisûmetî dosyeya miwekîla wî amade kiriye û ev amir jî ji ber hin sedemên din niha girtî ye. Dînç got tevî delîlên şaş ên derbarê miwekîla wî de hatine nîşandan û amir girtî ne jî hê miwekîla wan bi awayek bêwate girtî ne. Dînç diyar kir îdîaya li ser miwekîla wan bêbingeh in û xwest Kaya were beratkirin. 
 
Kaya jî pişt re axivî û got neheqiyeke mezin li tê kirin. 
 
Dadgehê got ji ber daxwaza demê ya parêzeran Wê biryarê îro nede û biryar da ku Kaya girtî bimîne. Danişîn taloqî 4’êGulanê bû.