'Sara sonda me ya tolhildanê ye'

Gerîlaya YJA STAR'ê Melsa Çirav diyar kir ku Sakîne Cansiz bi kesayeta xwe ya berxwedêr û şerker re xwedî hêza çareseriyê bû û got, "Hevala Sara rastiya PKK ye.”

Gerîlaya YJA Starê Melsa Çirav Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an di salvegera 10'an de ji ANF'ê re nirxand.

Gerîla Melsa Çirav destpêkê di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û got: "Hevala Sara, hevala Rêber Apo ye û di damêzrandina partiya me PKK’ê de jin a pêşeng e, kesayetek piralî ye. Şopdara Besê û Zerîfeyan a xelkê Dersimê ye. Di avabûna partiya me PKK’ê de cihê xwe digire û kedê dide. Heta roja şehadeta xwe jî bi hemû hêza xwe bêyî ku raweste dixebite. Pewîste mirov kesayeta heval Sara ji xwe re bike mînak û ji xwe re bike çavkaniya hêz û moralê. Pênasekirina wê ne hêsan e."

Gerîla Melsa Çirav qala kesayeta berxwedêr a Sara kir û wiha dewam kir, "Heval Sara, fermandarek me ya ji herêma Dersimê bû. Wek herêma xwe serhildêr û şerker bû. Sekna heval Sara a li zindana Amedê jî tê zanîn, bê tirs tif li rûyê celadê xwe kir. Hevala Sara xwedî zana û hişmendî bû. Bi berxwedana xwe her tim ji me re mînak bû. Hevala Sara ji bo me sembol e, ji bo me fermandar e. Em şervanên fermandara mezin in. Têrê nake ku mirov hevala Sara tenê weke şexsekê binirxîne. Hebûna hevala Sara rastiya PKK ye, em PKK bi vî rengî bi nav dikin."

'XETA JINA AZAD'

Gerîla Melsa, pênasêya jina azad kir û wiha domand: "Eger mirov pirsa jina azad bike, pênase kirina heval Sara têrker e. Xeta jina azad sekna heval Sara ye, xeta jina azad jiyana heval Sara ye. Jiyana wê, wek ku bi xwe jî bi nav kiriye, bi rastî jî herdem şer bû. Hemberî paşverûtiyan, hişmendiyên baviksalarî û xwe nenasînê timî nava şerekî de bû. Hewildana wê ji bo avakirina pêşerojêk azad û wekhev bû. Di tevgera me ya azadiyê de ji bo me xetek sereke ye, sembol e û pêşenga jina azad e."

'SARA LI KURDISTANÊ HÊZA ÇARESERIYÊ, LI ZINDANÊ HÊZA BERXWEDANÊ YE'

Gerîlaya YJA Starê Melsa Çirav vîn û hêza Sara anî ziman û got, "Hevala Sara li Bakurê Kurdistanê bû hêza çareseriyê, li zindanê jî bû hêza berxwedaniyê, li çiyayên Kurdistanê bû fikrek leşkerî, bîrdozî û pêşeng. Heval Sara bi kesayeta xwe ya berxwedêr û şerker xwedî hêza çareseriyê bû. Cihên ku heval Sara lê bû, li wir berxwedan û serhildan bi pêş diket. Vaye zindana Amedê mînaka herî ber çav e." 

'TOLHILDANA HEVAL SARA'

Melsa Çirav hêrsa xwe ya li hemberî vê komkujiyê anî ziman û di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî de soza xurttir kirina têkoşînê da û wiha berdewam kir: "Em tu carî heval Sara ji bîr nakin. PKK tu caran xiyanêtan ji bîr nake, tu caran kesên ku destê wan di xwîna PKK'iyan de hebe ji bîr nake, gava demê wê hat hesab jê pirs dike û tu carî xwîna hevreyên xwe li erdê nahêle. Kesên ku Heval Sara şehîd xistin, kesên ku destê wan di vê komkujiyê de hebû û kesên endamên MÎT’ê, bi navê operasyona 'Tolhildana Heval Sara' hatin girtin. Dîsa jî ev ji bo me têrker nîne. Em ê her tim bi tolhildana heval Sara bijîn û em ê her tim vê hêrsê dilê xwe de bijîn. Em ê xwedî soz û biryara têkoşînê de bin, em ê ji bo azadiya gelê Kurd û gelên bindest heta dawî şer bikin û têbikoşin."