Sancar di bîranîna Dêrsimê de axivî: Em ê hesab bipirsin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ê di çalakiya bîranîna qurbaniyên Qirkirina Dêrsimê de axivî û got, "Hesab xwestina ji zîhniyeta ku ev komkujî kiriye, mijara sereke ye. Hesabpirsîn avakirin e."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar tevlî bîranîna Qirkirina Dêrsimê ya li Dêrsimê hat lidarxistin bû. Cîgira Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari, endamê Komîteya Rêveber a Navendî Celalettin Can, Berdevkê Maseya Elewiyan Tûrgût Oker, wekîl Alîcan Onlu, Kemal Bulbul, Alî Kenanoglu, Zeynel Ozen, endamê PM’ê Nesîmî Aday û rêveberên bajêr û bajarokê jî bi Sancar re amade bûn.

Sancar û heyeta pêre serdana rêxistina bajêr kirin û piştre heta Qada Seyîd Riza ya ku bîranîn lê hat lidarxistin meşiyan. Hêzên demokrasiyê yên Dêrsimê, nûnerên partiyên siyasî, Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn, Şaredarê Dêrsimê Fatîh Maçoglu û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Piştî bîranîna li Meydana Seyîd Riza, Sancar jî tevlî bernameya bîranînê ya li ser Avzemên Holvarî bû. Sancar di bîranîna li Meydana Seyîd Riza de axaftinek kir û di destpêka axaftina xwe de Seyîd Riza û qurbaniyên terteleyê bi bîr anî û got, “4'ê Gulanê roja reş e û piştî vê rojê bi awayekî sîstematîk bi deh hezaran jin, zarok û mêr hatine qetilkirin.” Sancar, lêborîna serokwezîrê demê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan a di 23'ê mijdara 2011'an de bi bîr xist û diyar kir ku  derxistina heqîqetê ya holê lêborîna fermî ye.

Sancar jî daxwaza kir ku cihê gorên qurbaniyên terteleyê bên tespîtkirin û navê Dersimê û gundên wê lê bên vegerandin.

Di berdewamê de Sancar, destnîşan kir ku wê pergala înkarê biguherînin û wiha got: "Em vê pergalê qebûl nakin. Hin kes dibe ku îro derkevin bibêjin, 'Em êşa gelê Dêrsimê parve dikin' û tişta pêwîst nekin. Tu qîmeta vê tune ye. Heke tem tev vê êşê bikin meseleya hevpar a vî welatî, bi awayekî qanûnî vê êşê nas bikin û û vê vînê derxin olê em ê vê pergalê biguherînin. HDP û pêkhateyên xwe her cure têkoşînê bimeşînin. Em ê nedin jibîrkirin û heta lêborîn neyê xwestin û tiştên pêwîst neyên kirin em ê efû jî nekin. Em soz didin Seyîd Riza û hevalên wî ku em ê vê têkoşînê bidomînin û bigihînin encamê. Ev ji bo me meseleya rûmetê ye."

Bîranîn bi dûrşmeyan " Wê roj were dewran biguhere û kujer hesab bidin gel" bi dawî bû.

Heyeta ku tev li bîranînê bû, ji bo ku bîranînekê li wir jî pêk bîne derbasî Avzemên Halvoriyê yên li Geliyê Mûnzûrê bû.