Salvegera duyemîn a berxwedana 103 rojan a Sûrê

Berxwedana çend ji ciwanên Kurd ên dildarên azadiyê, ku 103 rojan li Sûrê li dijî teknîk û hêzên dewleta Tirk li ber xwe dan, du sal li pey xwe hişt.

Dewleta Tirk a ku li Sûrê derba giran xwar, ji bo şopên berê nehêle polîtîkaya hilweşandin û dejenerekirinê dimeşîne.

Berxwedana ku ciwanên dildarên azadiyê di sala 2015'an de dan destpêkirin, li hemû bajaran belav bû. Bi ragihandina xwerêveberiyê re, piştî ku çeteyên AKP/MHP'ê êrîşî hemû qadan kirin, YPS û YPS Jin hatin ragihandin û parastina gel dest pê kir. Hinekan ji ber berxwedana bêhempa jê re gotin Keleha Dimdimê, hinekan jî gotin Stalîngrad. Çeperên li Sûrê di havîna 2015'an de hatin avakirin. Zarokên Sûr û Amedê, tevî hevrêyên xwe yên ji Serhed, Botan û Xerzanê hatin xeleka berxwedanê li dora Sûrên ji 6 hezar salî ava kirin. Mînaka dawî ya kevneşopiya serînetewandinê li Sûrê di 2'ê Kanûna 2015'an de bi şerekî bê eman dest pê kir. Û tevî kêm derfetiyan jî, 103 rojan li dijî hemû teknîk û hêzên dewleta Tirk dewam kir.

Tîmên taybet ên leşker û polîsên Tirk, tevî cerdevan, tank, top û hemû çekên xwe yên giran, li pêşberî 100 şervanên YPS/YPS-Jinê nekarî bi kolanekê jî bi pêş ve biçin. Dewleta Tirk a ku bi hemû teknîk û teknolojiya pêşketî êrîş dikir, li bin guhê berxwedana çend ciwanan a bi çekên ferdî ketibû. Li gorî hejmarên ku dewletê bi xwe eşkere kir, 53 leşker, 17 polîs û cerdevanek 71 çekdarên dewleta Tirk hatin kuştin. 392 leşker, 128 polîs û 3 cerdevan bi giştî 523 jî birîndar bûn.

Halbûkî efserekî di vî şerî de birîndar bû, piştre di nameyeke xwe de nivîsandibû ku 4 tabûr leşker li Sûrê bê bandor bûne. Yanî efserekî bi xwe mikur hat ku bi sedan çeteyên AKP/MHP'ê hatin kuştin.

ÇIYAGER... ROZA... RÊBER...

Timî dihat meraqkirin bê ev ciwanên ku hêzên dewleta Tirk li Sûrê tevizandin kî ne. Van ciwanên ku rojê 24 saetan li kolan bi kolan, mal bi mal li ber xwe didan, bûn hêviyeke mezin. Li eniya herî pêş fermandarê efsanewî, 'Egîdê şerê bajaran' Çiyager hebû. Ji vê berxwedana ku her roja wê mîna zêr bû, pêşengî dikir, li eniya pêş hêzeke mezin dida şervanan. Bi gotina 'encam çi dibe bila bibe, wê bêhempa be' işaret bi çavkaniya xwe ya motîvasyonê dikir. Lehengiya wan deng veda.

Nûcan Malatya (Roza) ku dewletê bi propaganda reşkirinê ji bo wê digot 'Sekvana Sirp', bi çeka xwe ya sekvaniyê nedihişt ku dijmin xwe bilivîne. Her kesî navê wê meraq dikir.

Ew rûyê li ken, ew cesaret û baweriya Rêber Varto, kolanên Sûrê dixemiland. Van ciwanên ku eger ew teknolojîk û teknîk di destê hêzên dewletê de tine bûya hêzên dewletê newêrîbûya derketin hemberî wan, di oxira azadiyê de bêteredût canê xwe feda kirin. Di vê berxwedanê de 95 şervanan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk tevî ku hewl da di ser cenazeyan re malbatan ceza bike jî, dê û bavên wan ên cenazeyên zarokên xwe rakirin gotin, "Zarokên me şehîdên Kurdistanê ne" û bi serbilindî xwedî li têkoşîna wan derketin.

QEDEXE HÊ JÎ DEWAM DIKE

Piştî 9'ê Adara 2016'an dema bidawîbûna şer, vê carê hilweşandina bajêr dest pê kir. Tevî avahiyên ku ji ber tank û topan zerar dîtin, her wiha xaniyên ku qet xisar li wan nebûne jî yek bi yek hatin xerakirin. Ev 730 roj in ku mirov nikarin bikevin nava taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê. Li dora van hemû taxan blokên ji beton û kulûbeyên polîsan hatine danîn. Ji dîmenên ji ezmanan hatine kişandin tê fêhmkirin ku ev taxên navborî bi temamî hatine tinekirin.

ŞOPÊN BERÊ NEHIŞTIN

AKP a ku digot 'Em ê Sûrê bikin Toledo' û qeyûmên li herêmê hatin bicihkirin, navçeya dîrokî ya ji mîrateya 6 hezar salî talan kirin. Di nava 2 salan de bi navê 'veguherîna bajarvaniyê' û restorasyonê, herî kêm 40 avahiyên dîrokî xera kirin. Her wiha herî kêm 2 hezar xanî hilweşandin. Li şûna wan, muteahhîtên AKP'yî xaniyên ku qet li xemla navçeyê nayên çêkirin û şêniyên navçeyê yên xwedî mal, xistin bin deynan. Şopên berê yên navçeyê nehiştin.

HILWEŞANDIN Û BERXWEDAN DEWAM DIKE

Niha nîvê navçeyê hê qedexekirî ye. Tehma berê li navçeyê nehatiye hiştin. Kolanên berê ku jinan lê sohbet dikirin, zarokan ji xwe re lê dilîstin, bûne şantiye. Qemyon û kepçe bê navber dikevin navçeyê û jê derdikevin. Ji aliyekî ve hilweşîna bi destê dewletê dewam dike û TOKÎ xaniyên qet li navçeyê nayê çêdike. Li aliyê din jî berxwedan li dijî hilweşandinê heye. Şêniyên navçeyê yên ku dewlet dixwaze wan ji xaniyên wan derxîne û bixe bin deynan, li ber xwe didin.

POLÎTÎKAYA DEJENEREKIRINÊ

Li navçeya ku hewl tê dayin ji rastî û cewhera xwe bê derxistin, çeteyên narkotîkê di dema dawî de di nava liv û tevgerê de ne. Ev çeteyên ku di encama têkoşîna bi mehan a endamên YDG-H û YPS/YPS-Jinê ji navçeyê hatin derxistin, niha tevî dorpêçiya hêzên dewletê jî bi hêsanî digerin û li serê her kolanan madeyên narkotîkê; esrarê, kokaînê, hebên krîstal, flakka difiroşin. Gelê navçeyê ku ji ber vê rewşê bi fikar e, destnîşan dike haya polîsan ji trafîka narkotîkê heye û vê yekê ji nedîtî ve tê.