Salvegera damezrandina PKK'ê li Ermenîstanê hat pîrozkirin
39. salvegera damezrandina PKK'ê li gundê Derikê yê navçeya Akbaran a Ermenîstanê bi semîner û şahiyekê hate pîrozkirin.
39. salvegera damezrandina PKK'ê li gundê Derikê yê navçeya Akbaran a Ermenîstanê bi semîner û şahiyekê hate pîrozkirin.
Bi wesîleya 39. salvegera damezrandina PKK'ê, li gundê Derikê yê navçeya Akbaran a Ermenîstanê, semîner û şahiyek hate lidarxistin.
Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir û piştre endama Kurdistan Komîte Medya Rêzan li ser 27'ê Mijdarê axivî.
Rêzan da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan felsefeya xwe li ser hebûna jinê û azadiya Kurdistanê ava kir û got, "Rêber Apo got, 'Di nava civaka Kurdan de heta ku jin azad nebe, Kurdistan jî azad nabe'. Ji ber vê yekê, beriya her tiştî divê jin azad bibe. Gelek kes û dewletan digotin ku karê bi jinan were meşandin bi ser nakeve. Lê Rêber Apo û PKK'ê îspat kirin ku jinên Kurd wê bibin pêşenga şoreşa azadiyê."
Piştre, ciwanên beşdarî semînerê bûn, li ser girîngî û wateya rojê axivîn. Ciwanan gotin, "Êdî sebra me nemaye, divê di zûtirîn demê de Rêberêm e azad bibe."
Piştî semînerê şahiyek hate lidarxistin û ciwanan bi stranan salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî PKK" û "Bijî Serok Apo" qediya.