Salîha Aydenîz: Heta tecrîd bê şikandin em ê her roj û li her derê li ber xwe bidin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li konferansa partiya xwe ya Amedê got, "Heta ku tecrîd bê şikandin û Abdullah Ocalan azad bibe em ê her roj û li her derê li ber xwe bidin."

Konferansa Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya li Amedê bi avakirina dîwanê destpê kir.

Dîwanê mafê axaftinê ya yekemîn da Hevseroka Giştî ya partiyê Salîha Aydenîz. Salîha Aydenîz navên pêşengên têkoşîna gelê Kurd yek bi yek rêz kir û destnîşan kir ku gelê Kurd 100 sal in têdikoşe û ji niha û pê ve jî wê têbikoşe.

GELÊ KURD WÊ NESEKINE

Salîha Aydenîz got, “Yên ku dixwazin gelê Kurd bixeniqînin, bila bizanibin ku gelê Kurd 100 sal in ranewestiya ne û ji niha û pê ve jî wê ranewestin. Heta bigihije azadiya xwe wê her tim di nava berxwedan û têkoşînê de be. Gelê Kurd ne tenê li kolan û salonan, li her derê weke li meclîs û zindanan wê têkoşîna xwe berfireh bike. Heta serxwebûn û yekitiya Kurdistanê pêk were wê partiya gelê Kurd di nava têkoşînê de be.”

ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN

Aydenîz got ku li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye û diyar kir ku ev Şerê 3’yemîn ê Cîhanê ye. Aydenîz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev şer, di navbera Modernîteya Demokratîk û Modernîteya Kapîtalîst de ye. Modêla netewe dewletê nikare li Rojhilata Navîn hîmê xwe bigire. Ev sed sal in Rojhilata Navîn di nava şer de ye. Navenda vî şerî jî Kurdistan e. Me di van sed salan de dît ku netewe dewlet tenê dibe sedema krîz û aloziyan e. Lewma em dibêjin ku ev şerê bi sedan sala ye didome ne ji bo gelan, jinan û azadiyê ye. Ev şer ji bo modernîteya kapîtalîst e. Lewma em dibêjin li dijî vê pergalê, çiraya me ya azadiyê heye. Ev çiraya jî azadiya jinan, azadiya gelê kurd e. Me got ‘me bi ciwantî destpê kir û wê bi ciwantî bi ser kevin’ û çiraya me ev e. Ev çiraye pêşiya me ronî dike.” 

ÇARESERÎ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E

Di berdewamê de Aydenîz anî ziman ku çareserî Konfederalîzma Demokratîk e û axaftina xwe wiha domand: “Çareserî, li gel birêz Abdullah Ocalan e. Lewma tecrîdê ewqas giran dikin. Em dizanin ku tecrîd, 25 sal in berdewam dike. Dema dewletên hegemon dixwazin krîzê kûr bikin, tecrîdê dirêj dikin. Em dizanin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tenê birêz Abdullah Ocalan nayê tecrîdkirin. Gel, girtîgeh û gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî di tecrîdê de ne.” 

Axaftina Aydenîz gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qutkirin. Aydenîz, bal kişand ser kampanyayên bi mebesta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin.

HETA KU TECRÎD BÊ ŞIKANDIN EM Ê LI HER DERÊ LI BER XWE BIDIN

Aydenîz ev tişt anî ziman: “Heta ku tecrîd bi dawî dibe û Abdullah Ocalan azad dibe em ê li her derê li ber xwe bidin. Em dizanin ku azadiya birêz Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelan, jinan û Rojhilata Navîn. An azadî an azadî.”

Salîha Aydenîz di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya modela hevserokatiyê û got,

 “Ji azadiya jinan ditirsin. Ji birêxistinbûna jinan, ji sekna jinan ditirsin. Lewma dema dixwazin peyamekî bidin civakê, li ser jinan didin. Îro bi dehan hevrêyên me yên hevserok di girtîgehê de ne. Em li vir dibêjin ku em ê dev ji hevserokatiyê bernedin. Em ê di vê mijarê de bi tu awayî paşdegavê neavêjin. Ev modêl îro li Jinwarê gav bi gav tê rêsandin. Hûn tu carî nekarin dengê ‘Jin, jiyan, azadî’ bifetisînin.” 

Piştî axaftina Aydenîz, dirûşma “Xeta me Bêrîtan, Rêberê me Ocalan” li eywanê olan da.