Sala 40'î ya PKK'ê li Mexmûrê hat pîrozkirin

Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)i sala 40'î ya PKK'ê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Bi hezaran Mexmûrî, mamoste, xwendekar, jin, ciwan û nûnerên saziyan duh êvarê dest bi pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê kirin. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir.

Qada pîrozbahiyê li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên pêşeng yên PKK'ê, wêneyên Şehîdên Herêma Bestayê û alên PKK, KCK, HPG,YJA-Star, YPG û YPJ'ê hat xemilandin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Serî hilde, şer bike, Rêber Apo azad bike", “Em ê bi ser bikevin" û "Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin" hatin vekirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Huseyîn Kara li vi r axivî û diyar kir ku di nava PKK'ê de kedeke mezin a gelê Mexmûrê heye. Kara got, "PKK partiya gel e. Rêber Apo kedeke mezin da vê partiyê û gihand vê rojê. Rêber Apo timî digot, 'Zarok û şagirtên Mexmûrê zarokên min e'. Divê hûn pêşengiyê ji vê berxwedanê re bikin."

Piştî axaftinê de koma muzîkê ya Şehîd Çiyager, koma govendê û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Girseya gel li ber stranên wan govend gerand.

Di pîrozbahiyê de peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ku li ser sala 40'î ya PKK'ê ji wargeha Mexmûrê re şand, hat xwendin. Bi hezaran kesî bi baldarî li peyamê guhdarî kirin.

Pîrozbahiya li wargeha Mexmûrê heta derengiya şevê dewam kir.