'Sala 2017'an wê bibe sala serketinê'

Sala 2016'an li Rojava bi têkoşîneke dijwar bihurî. Li dijî DAIŞ'ê û gelek komên çete yên hovane têkoşîneke mezin hate meşandin. Pêşengên vê têkoşînê jî YPG û YPJ bûn.

Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl, têkildarî pratîka sala 2016'an a YPG û YPJ'ê bersiv da pirsên me.

'DI SALA 2016'AN DE ME SERKETINÊN MEZIN BI DEST XIST'

Xelîl da xuyakirin, ku weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wan di destpêka sala 2016'an de li dijî hêza terorîst DAIŞ'ê, şerekî dijwar dan destpêkirin û got, "Armanca me dûrxistina DAIŞ'ê ji herêmên Kurdan û garantîkirina aştî û aramiyê li herêmên rizgarkirî bû. Li ser vê bingehê weke YPG'ê tevî hêzên QSD'ê me pêngav û operasyonên girîng dan destpêkirin. Yek ji van pêngavên girîng jî Pêngava Hêrsa Firatê ye. Di destpêka pêngavaê de ewilî herêma Şedadê, piştre jî Bendava Tişrînê ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Her wiha alîkarî ji operasyona rizgarkirina Minbicê re hate dayîn. Di van her sê pêngavan de YPG'ê cih girt û bi vî rengî di sala 2016'an de mohra xwe danî binê serketinên mezin."

Xelîl da xuaykirin, ku ew dikarin bêjin, sala 2016'an bûye sala şikestîna rêxistina terorê DAIŞ'ê û got, "Bêguman şerê li dijî DAIŞ'ê, berxwedan hê neqediya ye, dewam dike. Herî dawî em tevlî pêngava QSD'ê ya dorpêçkirina Reqayê bûne. YPG û YPJ pêşengiyê ji vê operasyonê re dikin. Heta niha gelek serketinên mezin bi dest ketine. Di pêngava dawî de bi qasî 100 gund hatin rizgarkirin. Ev operasyon wê di sala 2017'an de dewam bikin."

'LI SER DAXWAZA GELÊ MINBICÊ EM TEVLÎ PÊNGAVA MINBICÊ BÛN'

Xelîl têkildarî rola YPG'ê ya di nava pêngava rizgarkirina Minbicê de got, "Minbich bajarekî stratejîk bû. Mirov dikarin bêjin, Minbic piştî Reqayê navenda duyemîn a DAIŞ'ê bû. Her wiha li ser xeta têkiliya bi cîhanê re bû. Di ser Tirkiyeyê re têkiliya bi dewletên derve re, li vê derê pêk dihat. Beriya destpêkirina pêngava Minbicê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat ragihandin. Vê Meclîsê ji YPG/YPJ'ê xwest, ji bo rizgarkirina Minbicê bibe alîkar. Ji xwe piraniya pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji gelê wî bajarî pêk tê. Yekîneyên me jî li ser vê bingehê tevlî pêngavê bûn. Minbic di 15'ê Tebaxa 2016'an de hat rizgarkirin û yekîneyên me Minbic radestî Meclîsa Leşkerî û Meclîsa Sivîl a Minbicê kirin. Gelê vê derê bajarê xwe bi xwe bi rê ve dibe."

'DI PÊNGAVA XEZEBA FIRATÊ DE HÊZA HERÎ ÇALAK, YPJ YE'

Rêdûr Xelîl bal kişand ser Pêngava Xezeba Firatê û destnîşan kir, ku YPG û YPJ di vê pêngavê de bi rola pêşengiyê radibin.

Xelîl li ser girîngiya vê pêngavê got, "Li dijî komkujiya li civaka me ya Êzidî hate kirin, li dijî revandin, kolekirin û firotina jinên Êzidî ev pêngav ji bo me pêngava tolhildanê ye. beriya her tiştî wateyeke xwe ya bi vî rengî ye. YPJ jî di vê pêngava tolhildanê de bi rengekî aktîf bi rola pêşengiyê radibe. Fermandarên operasyonê bi rê ve dibin jî, hevalên me yên jin ên YPJ'yî ne."

Xelîl destnîşan kir, pêngava ku hê dewam dike, wê bi serketinê biqede.

'EM BI TI AWAYÎ MUDAXLEYÎ JIYANA CIVAKÊ NAKIN'

Tekildarî xebatên xwe yên li herêmên rizgarkirî jî Xelîl got, "Weke hêzeke leşkerî em li herêmên hatine rizgarkirin bi ti awayî mudaxleyî jiyana civakê nakin. Îro li van herêman Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên wê hene. Civak jiyana xwe bi rengê komun û meclîsan bi rêxistin dike. Lewma gelek rêxistin û partiyên siyasî hene. Ji aliyê leşkerî ve wezîfeya dikeve ser milê me heye. Ev wezîfe jî, paqijkirina herêmên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine rizgarkirin. Me ev wezîfeya xwe heta dawiyê bi cih anîn."

'LI HERÊMÊN HATIN RIZGARKIRIN TEVLÎBÛNEKE XURT LI NAVA REFÊN YPG'Ê ÇÊBÛ'

Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl diyar kir, di nava sala 2016'an de wan herêmeke gelekî mezin kontrol kirine, 15.000 km2 ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine, bi dehan bajar, bi sedan gund, bajarok û bi sed hezaran mirov azad kirine.

Xelîl da zanîn, li van herêmên hatine rizgarkirin, gel ew bi kêfxweşî pêşwazî kirine û got, "Li van herêmên di encama operasyonên me de hatin rizgarkirin, gelek ciwan tevlî nava refên YPG'ê bûn."

Xelîl ragihand, li bajarên hatine rizgarkirin, rêveberî radestî sivîlan hate kirin û sivîlan jî meclîsên xwe ava kirin û jiyana xwe ya demokratîk bi rêxistin kirin.

'LI GORÎ PÊWÎSTIyÊ, AKADEMÎ HATIN VEKIRIN'

Xelîl destnîşan kir, ku hêzên YPG'ê rojane mezin dibin û ji ber vê mezinbûnê jî ew bênavber akademiyên nû vedikin. Xelîl wiha dewam kir: "Mînak li Şeddadê, piştî rizgarkirinê gelek ciwanên Ereb xwestin tevlî nava refên YPG'ê bibin. Ji ber vê yekê me li qada Şeddadê ji bo wan akademiyek vekirin. Wekî din Sirrîn, Bendava Tişrînê hatin rizgarkirin û gelek kesên li van herêman xwestin tevlî nava YPG'ê bibin. Li van herêman jî akademî hatin vekirin. Vekirina akademiyan li gorî pêwîstî û hejmara hêzên YPG û YPJ'ê ye. Ji ber vê yekê sînor li pêşiya me nîne, ku çiqas akademiyan vekin. Dema hejmara şervanan zêde dibe, hejmara akademiyan jî tê zêdekirin."

TÊKILÎ Û TIFAQÊN YPG'Ê BI HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ RE

Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl li ser têkilî û tifaqên wan bi hêzên herêmî û navneteweyî re got, "Bi taybetî di nava 2 salan de, piştî rizgarkirina Kobanê, ji aliyê leşkerî ve YPG'ê di dîplomasiyê de gavên girîng avêt. Bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re têkiliyeke xurt hate danîn. Weke ku tê zanîn, koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ji zêdeyî 60 dewletên cîhanê pêk tê. Di serî de Amerîka bi van hêzan re têkiliyeke xurt hate avakirin. Bêguman ev têkiliyên leşkerî bûn û di çarçoveya xebatên me de bûn.

Li ser vê bingehê me hem ji wan alîkarî stand, hem jî ji teknîka ew bi kar tînin tecrûbe girt. Dikarim bêjim, têkiliya navbera YPG û Koalîsyonê di asta herî bilind de ye. Em îro bi koalîsyona navneteweyî re bi hevkarî dixebitin. Em ji bejahî ve vî erdî rizgar dikin û diparêzin. Jİ hewayê jî ew erka dikeve ser milê xwe bi cih tînin.

Ji hêzên herêmî jî, em gelên Rojava û Sûriyeyê fêhm dikin. Di nava gelên Rojava de yekîtiyek hatiye avakirin. Di vî warî de bi navbeynkariya YPG û QSD'ê ev yek bi ser ketiye. Em zanini; di nava QSD'ê de bi dehan hêzên leşkerî yên Kurd, Suryanî, Ereb, hwd. hene.

Tê zanîn, Tirkiye jî hêzeke herêmî ye. Bêguman Tirkiye bi rengekî dijminane nêzî YPG û QSD'ê dibe. Hewl dide me weke hêzeke terorîst nîşan bide.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ ROJAVA

Xelîl ragihand, Tirkiyeyê di nava 5 salên şoreşa Sûriyeyê de piştgirî da komên çekdar, komên terorîst û got, "Hem çek da wan, hem jî ji aliyê siyasî ve destek kir. Her tim dijminatiya xwe ya li Kurdan raxist pêş çavan. Piştî 5 salan, Tirkiyeyê hemû hêzên ku bi wan re tifaq kiribû û weke şoreşgerên xwe didît, firot. Di berdâêla çi de? Di berdêla ku Kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statu, kantonên Kobanê û Efrînê negihêjin hev."

Xelîl da xuyakirin, ku dewleta Tirk naxwaze Kurd bibe xwedî maf û vîn, lewma dijminatiya xwe bi rengekî vekirî û dijwar didomîne. Xelîl da xuyakirin, Tirkiyeyê di sala 2016'an de bi dehan caran êrîş kir û got, "Xwest me tehrîk bike û bixe nava şer. Lê belê me nexwest, ew bigihêje vê armanca xwe. Jİ ber ku li pêşberî me hêzeke hov mîna DAIŞ'ê hebû. Em bi vê hêzê re mijûl bûn. Bêguman me li ser êrîşên dewleta Tirk bi dehan dosya amade kir û gihand cihên pêwendîdar.

Ji destpêkê ve me helwesta xwe ya li dijî ketina dewleta Tirk a nava Cerablûs, Ezaz û hewldana ber bi Babê ve diyar kir. Em vê yekê weke dagirkirina axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê dibînin. Me ev yek bi zelalî radixistin pêş çavan û ev nêzîkatiya me dewm dike. Eger dewleta Tirk êrîşî herêmên azad ên weke Kobanê, Efrînê hwd. bike, em ê ti carî rê nedin, em ê li ber xwe bidin."

'SALA 2017'AN WÊ BIBE SALA SERKETINÊ'

Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl destnîşan kir, ku divê sala 2017'an bibe sala fînalê û got, "Em dixwazin bibe sala ku hêzên mîna DAIŞ , El Nûsra û hwd. ên li Sûriyeyê û herêmê terorê dikin, biqelihin. Lê em vê jî baş dizanin, wê bibe saleke dijwar. Di sala 2017'an de şer wê giran bibe. Çiqasî dor li DAIŞ'ê teng dibe, êrîş ewçend dijwar dibe. Hêzên me îro gihîştine paytexta DAIŞ'ê Reqayê. Wekî din li dora Mûsilê operasyoneke mezin li dijî DAIŞ'ê tê meşandin. Em dibêjin, sala 2017'an wê bibe sala serketinê."