Sala 2017'an li Qelqeliyê ti îhale nehatiye kirin

Qeyûmê li şaredariya Qelqeliyê bi cih bûye, di sala 2017'an de ti îhale nekiriye.

Qeyûmê Qelqeliyê Ferhat Vardar, ku 11'ê Îlona 2016'an li şaredariya DBP'yî bi cih bû û der barê nûçegihanên li ser şaredariyê nûçe çêdikirin bi rêya telefonê gefa 'were şaredariyê, ez ê îfadeya te bigirim' dixwe, ji bilî lêkirina benda ji beton a li derdora avahiya qeymeqamtiyê, li navçeya Qelqeliyê tiştekî din nekiriye. Di malpera Saziya Îhaleya Cemaweriyê ya fermî ya Şaredariya Qelqeliyê jî ti îhale xuya nake. Şaredariya Sarayê jî ku qet îhale nekiriye, ev malpera xwe bi temamî rakir.

Li ser mijarê em bi personelekî kevn ê şaredariyê re axivî û personelê navborî got, "Ya ti kar nekiriye, ya jî sûd ji biryarnameyan girtiye û kar pêşkêşî mirovên dilê wî jê dixwaze kiriye."