Sakîne Cansiz li Dersimê hate bîranîn

Yek ji demezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz li ser gora xwe ya li Dersimê hate bîranîn. Dema gel çû goristanê polîsan êrîşî gel kir.

Yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz a ku di 9'ê Çileya 2013'yan de li Parîsê hat qetilkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dêrsimê û li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranîna ku li avahiya partiyê hat lidarxistin de, bi wêneyên Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên bi Sakîne Cansiz re hatibûn qetilkirin, quncik hat vekirin. Ji bo 3 jinan mûm hatin pêxistin.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes ji bajarên derdorê beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hate nîşandan.

‘DESTHILATDARÎ HÊZA JINÊN KURD QEBÛL NAKE’

Meral Daniş Beştaş di bernameyê de diyar kir ku qetlîamên ku li Parîsê pêk hatî ne tesadûfî ne û got: "Em dizanin ku kujer rê li ber qetlîamên din jî vekir. Qetlîama 9'ê Çileyê ne qetîameke tesadufî ye. Ne qetlîameke wisa ji rêzê ye. Hefizeya dîrokî, ciwan û xebatên dîplomasiyê kirin hedef. Ev vê qetlîama ku pêk hatî ji nêz ve nasdikin û lê belê em tu carî hînî van qetîaman jî nebûn. Di qetlîama Parîsê de hedef jinên Kurd bû. Desthilatdarî tu carî hêza rêxistinbûna jinên Kurd qebûl nekir. 

Di 3'yê çileya 2013’yan de cara yekem rayedarên dewletê çûn Îmraliyê. Li qada Kurdistan, Tirkiye û navneteweyî xwedî li hevdîtinê derketin.Wê ji bo çareseriyê bibûya rêya nû. Lê mixabin 6 roj şûnde qetlîam pêk hat. Rêzdar Abdullah Ocalan di hêvdîtinê de gotibû 'Ev qetlîam wek qetlîama Dêrsimê ye. Divê kujer bên aşkerakirin'.  Me çîroka şerekî guhdar kir û wê ev şer bi dawî nebe."

Piştî bernameya bîranînê girseyê xwest biçe ser gora Sakîne Cansiz. Ketin û derketina goristanê ji hêla polîs, leşker û jendirmeyan ve hat astengkirin. Bi hinceta "Qedexeya çalakî û bernameyan" nehiştin girse bikeve gund. Polîsan êriş bir ser girseyê. 

Her wiha parlamenterên HDP'ê piştre çûn goristanê û kurnefîl danîn ser gora Sakîne Cansiz.