Sakik: Li Mûşê em ê li heqê xwe bigerin

Li Mûşê 2 hezar û 500 dengên HDP’ê hatin betalkirin, HDP’ê jî îtiraz kir. Namzetê Hevşaredariyê Sirri Sakik got; “Em ê heqê xwe nedin tu kesî” û bang li gel kir ku xwedî li îradeya xwe derbikevin.

HDP’ê li Mûşê têkildarî encamên hilbijartinê ku bi piraniya dengên wan bi qasî 2 hezar û 500 deng hatine betalkirin daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Mensûr Işik, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç beşdarî daxuyaniyê bûn. Sakik axivî û got li gorî daneyên di destên wan de encamên hilbijartinê yên li gorî Ajansa Anadolûyê hatine eşkerekirin, ne rast in.

‘XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERBIKEVIN’

Sakik da zanîn ku li gorî lêkolîna wan di 103 sindoqan de şaşî tespît kirine, 2 hezar û 500 deng hatine betalkirin û ji bo dîsa jimartin bê kirin wê daxwaz bikin. Sakik got dema AKP îtîrazî encaman dike YSK qebûl bike. Sakik bang li gel kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin.

Piştî daxuyaniyê heyeta HDP’ê çû Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr û îtîrazî encamên hilbijartinê kir.