Sabotaja li Çelê: Derb li Reoyekê hate xistin

Hate diyarkirin ku li ser rêya di navbera Qereqola Tepê Sor a Çelê û qereqola Deştanê de li dijî wesayîta leşkerî ya Reo ya artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê hate lidarxistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“27’ê Hezîranê (îro) di saet 05.00’an de hêzên me li ser rêya di navbera Qereqola Girê Sor û Qereqola Deştanê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî wesayîteke bi tîpa Rîo ya artêşa Tirk çalakiyeke ya sabotajê kirine. Têkildarî hejmara kuştî û birîndarên leşkerên a di nava wesayîtê de ku derbek xurt xwaribû nehate zanîn.

Artêşa TC’ê ya dagirker 26’ê Hezîranê bi balafirên şer devera Şeşdara û Koordîne ya Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.

Balafirên şer 25’ê Hezîranê saet 01.00’an devera Karker a girêdayî Herêma Zapê, 26’ê Hezîranê saet 23.30’î devera Saca ya Herêma Zapê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de jî ti ziyan negihiştiye hêzên me.”