Sabir: Hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê ji krîzê berpirsyar in

Ekonomîst Dr. Îzzet Sabir diyar kir, ji krîza aboriyê ya li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, hikumeta federal û ya herêmî berpirsyar in.

Pisporê aboriyê, parlamenterê berê yê YNK'ê Dr. Îzzet Sabir, pirsgirêkên aborî yên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, tevlîheviya siyasî ya ji ber krîzê û bûyerên civakî nirxand. Îzzet Sabir diyar kir ku herdu hikumet bi zanebûn an jî nezantî bi polîtîkayên xwe yên şaş ji vê rewşê berpirsyar in.

Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, salên dawî bi taybetî jî ji sala 2015'an ve bûyerên herî cidî yên civvakî dest pê kirin. Xelkê Başûr û Iraqê, li dijî polîtîkayên civakî, siyasî û aborî yên herdu hikumetan, gelek caran dakete qadan û xwepêşandan li dar xist. Li Bexdayê û bajarên Başûrê Kurdistanê bi çekê dest li xwepêşandanên girseyî yên gel hate werdan û di encamê de gelek xwepêşandêr hatin kuştin. Sedema bingehîn a bûyeran jî krîza aborî ye, ku ji sala 2015'an ve rû daye.

Parlamenterê berê yê YNK'ê yê herêmî û pisporê aboriyê Dr. Îzzet Sabir destnîşan kir ku alozî û lihevnekirina Iraq û Başûrê Kurdistanê ji ber hesabên rêveberiya Kurdistanê ya federe ye ku bi firotina petrolê dixwaze hîn bêhtir hatineyê bi dest bixe.

HESABÊ ŞAŞ HATE KIRIN

Dr. Sabir diyar kir ku hikumeta federe piştî vê biryarê, bi dewleta Tirk re peymaneke ji bo 50 salî îmze kiriye, lê belê Destûra Bingehîn a Iraqê tenê destûra wê yekê dike ku bîrên piştî sala 2005'an hatine vekirin dikare petrola ji wan bê derxistin bi serê xwe ji welatekî din re bê firotin. Dr. Sabir got, "Petrola ku ji birînên piştî sala 2005'an hatine vekirin têra şandina ji Tirkiyeyê re nake. Piştî peymanê, petrol ji Tirkiyeyê re hate şandin. Iraqê jî li hemberî vê ykeê biryar da ku budçeya herêmê qut bike. Hikumeta Federal li ser warîla petrola xav a wê demê 80 heta 90 dolarî bû hesabê xwe kir. Li gorî vî hesabî, petrol wê ji budçeya ji Bexdayê bêhtir hatineyê bi xwe re bîne. Bi ketina buhayê petrolê re sala 2015'an li bazara cîhanê warîla petrola xav daket heta 27 dolarî. Bi vê yekê re hatine ji petrolê ji hatineya ji budçeya Bexdayê kêmtir bû. Ji ber ku heta sala 2020'î buhayê warîla petrola xav negihîşt 90 dolarî, pirsgirêkên nedayina maeşan û xizmetguzariyê der bûn."

SEROKWEZÎR DEYN NEPIXAND

Dr. Sabir bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîrê Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî ku timî qala 27 milyar dolar deynan dike û destnîşan kir ku ev yek hejmareke nepixandiye, herî zêde bi 10 milyar dolarî deyn dibe ku hebe. Dr. Sabir got, "Bi 8 maeşên sala 2020'î deyndar e. Maeşên sala 2019'an bi temamî neda û qut kirin. Ji sala 2018'an jî deyndar ma. Di nava 5 salên dawî de ti carî bi temamî neda. Deynê ji vir rast e. Dibêje ku ew deyndarê Tirkiyeyê û şîrketên petrolê ne ku pê re dixebitin. Ji ber ku pereyê gel ê li bankayan bi kar anî, deyndar bû.

MÎNAKA ELEKTRÎKÊ

Hikumeta Federe ji bo hilberandina elektrîkê, lîtreya gazê ku buhayê xwe yê rastî 50 cent e, bi dolarekî difiroşe. Dibêje ku ji sala 2010'an heta 2016'an ji bo van stasyonên hilberîna elektrîkê ya bi du qatî buha, bi 20 milyar dolarî gaz kirîne. Buhayê rastî yê vê mesrefa ku 20 milyar dolar nîşan dide 8 milyar dolar e. 12 milyar dolar pere zêdetir dan.

Bêplanî, bêbername û bêpolîtîkatî dibe sedem ku deyndar bibin, lê dubare dikim; rêjeya deynên ku eşkere kirine rast nîne."

LIHEVKIRINA BI IRAQÊ RE YA HERÎ BAŞ E

Sabir bal kişand ser aloziya salên dawî ya navbera Iraqê û Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku lihevkirin wê bi kêrî herdu aliyan bê. Dr. Sabir got, "Eger em li hev nekin, em ê herdu jî bixisirin, Başûr wê hîn mezintir winda bike. Eger em rojan 250 hezar warîl petrolê bidin Bexdayê, di berdêla wê de em ê 10 trîlyon dînarî budçeyê werbigirin. Ev jî tê wateya dayina mûçeyan hemûyan. Eger hikumet bi serê xwe vê rêjeya petrolê bifireoşe wê 5 trîlyon dînarî bike. Di vir de nîv bi nîvî xisar heye. Her wiha eger em 250 hezar warîlî teslîm bikin wê 200 hezar warîl ji ber bimîne û dikarin wê bifiroşin, gelek projeyan çê bikin û deynê şîrketan û lûleyên petrolê bidin."

DERIYÊN SÎNOR MAFÊ NAVENDÊ YE

Dr. Sabir anî ziman ku nedayina nîvê hatineya ji deriyên sînor ji bo hikumeta navendî yek ji sedemên nelihevkirinê ye û destnîşan kir ku Destûra Bingehîn a Iraqê di vê mijarê de eşkere ye. Dr. Sabir got, "Li gorî Destûra Bingehîn hatineya ji deriyên sînor ji hikumeta navendî re tê şandin. Ji hikumeta navendî jî beşek jê ji herêman re tê şandin. Hikumeta li Başûr vê yekê binpê dike. Hikumeta Başûr vê hatineyê naşîne. Budçeya sala 2021'ê ji budçeyên salên berê gelekî baştir e."

POTANSIYEL HEYE, RÊVEBERÎ XERAB E

Dr. Sabir destnîşan kir ku sedema bingehîn a pirsgirêkan û krîza aborî ya li Iraqê û Başûrê Kurdistanê hikumet û rêveberiyên şaş e û got, "Di serî de petrol, dewlemendiyên xwe yên binê erdê gelekî zêde ne. Eger bi rengekî rast plan jê re bê amadekirin û peymanên rast li ser bên kirin, bên firotin û pêşkêşî xizmeta gel bê kirin, hingî Iraq wê nîşan bide ku welatekî dewlemend e. Li Iraqê çareserkirina pirsgirêkan hêsan e. Di nava welatên damezrîner ên OPEC'ê de ye û rojê 3 milyon warîl petrolê difiroşe. Ji aliyê çandiniyê ve jî dewlemend e. Potansiyela xwe ya tûrîmzê heye. Ji bo çareserkirina krîzê derfetên xwe gelek in. Ya pêwîst e ew e ku rêveberiyeke rasteqîn hebe. Dema ku rêveberiyê giranî da xizmeta ji bo gel wê pirsgirêk bi hêsanî çareser bibin."