Ji Laheyê heta Kurdistanê, SÎHA ne qanûnî ye

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk, piştî ku sivîl hatin kuştin, bi daxuyaniyên xwe hewl da SÎHA'yan weke 'rizgarker' nîşan bide. Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Leyla Bîrlîk destnîşan kir, ku çekên mîna SÎHA, di her serdemê de li derveyî qanûnan hatine dîtin.

Piştî ku Midûrê Teknîkê yê fîrmaya Baykar Selçûk Bayraktar roja 3'ê Îlona 2016'an bi rêya hesabê xwe yê twîtterê ragihand, ku yekemîn balafira bê mirov a bi çek a milî ya Tirkiyeyê (SÎHA) ketiye 'xizmetê', komkujiyên li Kurdistanê tên kirin derbasî qonaxeke nû bûn. Dewleta Tirk, ev çeka xwe ya nû yekemcar li ser gelê sivîl ceriband. Li herêma Karîneş a li gundê Ogûl ê Colemêrgê bombe li welatiyên sivîl barand û di encamê de welatiyê bi navê Mehmet Temel jiyana xwe ji dest da. Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Leyla Bîrlîk bi bîr xist, ku SÎHA yekemcar weke çekekê ji aliyê Împaratoriya Awûstûryayê ve hate bikaranîn û sala 1899'an di peymana Konferansa Aştiyê ya Laheyê de weke "derveyî qanûnan" hate îlankirin. Bîrlîk anî ziman, ku li gel derbasbûna sedan salî di ser re, bi heman rengî sûc tên kirin û got, "Ji Laheyê heta Kurdistanê, ji wê demê heta roja îro, heman rewşe der qanûnî dewam dike."

Leyla Bîrlîk diyar kir, yên ku komkujî kirine diyar in kî ne û destnîşan kir, ku berpirsyar ew in ku SÎHA şandine axa Kurdistanê. Leyla Bîrlîk destnîşan kir, ku bombekirina sivîlan cînayet e û e yek şiband Roboskî.

Leyla Bîrlîk bi bîr xist, ku Wezîrê Karên Hundir û Serokkomarê Tirk têkildarî welatiyên hatin kuştin gotin, ku 'hevkar' in û bi vî rengî hewl dan derewa xwe bi gel bidin bawerkirin.

Bîrlîk destnîşan kir, ku eger şer heye, hingî divê her kes li gorî hiqûqa şer tevbigere û got, "Êşkenceya tê kirin, polîtîkayên li dijî cenazeyan tên meşandin, hiqûqa şer bin pê kirine. Rastiya şer a ku 40-50 sal in tê înkarkirin, bi rêya SÎHA gihîştiye asteke fermî."