Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya AKP'ê re hevdîtin kir
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li ser banga dîrokî ya Rêber Apo, çû serdana jinên partiyên siyasî û bi nûnertiya AKP'ê ya li meclisê re hevdîtin kir.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li ser banga dîrokî ya Rêber Apo, çû serdana jinên partiyên siyasî û bi nûnertiya AKP'ê ya li meclisê re hevdîtin kir.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ya 27’ê Sibatê, serdanên rêxistinên jinan ên partiyên siyasî da destpêkirin û serdanê îro jî berdewam kir.
Di roja duyemîn a serdanê de, serdana AKP’ê kir Heyeta ku ji berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz, endama kordînasyona jinan Fatma Koçyîgît pêk dihat ji aliyê Ozlem Zengîn ve hat hewandin. Serokwekîla koma AKP’ê Ozlem Zengîn, Leyla Şahîn Usta û seroka baskê jinan a AKP’ê Tugba Işik Ercan şande pêşwazî kirin.
Şandeya AKP'ê li ber derî şandeya DEM Partiyê pêşwazî kir.
Halîde Turkoglû ku hûrgiliyên hevdîtinên saetekê dom kir parve kir, bal kişand ku hevdîtina bi şandeya jinan a AKP'ê û got ku bi giştî berhemdar derbas bû. Halîde Turkoglû anî ziman ku şandeya AKP'ê li ser girîngiya rola jinan a aktîf di meclîsê de û ji bo pêşxistina zimanê aştî û siyasetê rawestiyan.