Şandeya CHP’ê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir

Şandeya CHP'ê li qadên şewatê lêkolîn kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest. Piştre jî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.

Serokwekîlê Koma Partiya Gel a Komarê (CHP) Alî Mahîr Basarir, parlamenterên CHP'ê Velî Agbaba, Sezgîn Tanrikûlû, Ahmet Baran Yazgan li qada şewatê ya di navbera Amed-Mêrdîn de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn lêkolîn kirin û ji malbatan re sersaxî xwestin. Şande piştî daxuyaniyê çû gundê Tobînî yê gundê Herberê yê navçeya Çinar a Amedê û serdana sersaxiya li gundê Kelekê yê Şemrexê kir.

Şande piştre Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir. Şandeya CHP'ê ku ji aliyê Şaredar Serra Bûcak û Dogan Hatûn ve hat pêşwazîkirin, hevdîtineke taybet pêk anîn. 

Serra Bûcak spasiya serdana şandeya CHP’ê kir û bal kişand ser girîngiya hevgirtinê. Tanrikûlû diyar kir ku ew ji bo hevgirtinê hatine serdana şaredarên hilbijartî yê Amedê. Tanrikûlû bal kişand ser wêrankariya qeyûman a li bajêr û got, “Divê careke din qeyûm neyê şandin. Ev pêkanîn ji niha û pê ve nayê qebûlkirin. Pirsgirêka Kurd ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye, hîn bêhtir dixe nava gengeşiyê. Em li dijî vê pêkanînê di nava hewldanê de ne.”