Midîbusa ku polîs tê de bûn zarokek qetil kir
Midîbusa ku polîs tê de bû li zaroka 8 salî Zeynep Eren a qelibî. Eren jiyana xwe ji dest da.
Midîbusa ku polîs tê de bû li zaroka 8 salî Zeynep Eren a qelibî. Eren jiyana xwe ji dest da.
Dayik û keça xwe ya ku li ser Bulvara Ataturk a navçeya navendî Halîliyeya Rihayê dixwestin ji rê derbas bibin û midîbusa polîsên Tirk tê de bûn li wan qelibî.
Di qezayê de dayika wê bi sivikî birîndar bû keça wê Zeynep Eren a 8 salî jî bi giranî birîndar bû. Zeynep Eren a ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan jiyana xwe ji dest da.