Şehîd Sara û Bîşeng li Çiyayê Şengalê hatin bîranîn

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxan, ji bo gerîla Bîşeng Brûsk û Sara Hogir ku di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn merasîma bîranînê lidarxistin.


Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidîxanê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedana du pêşengên Tevgera Ciwanên Kurd, Bîşeng Brûsk û Sara Hogir ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbûn, bibîranîn û gotin, “Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku em ê li her derê rêxistina xwe ya ciwanan mezin bikin û dest ji pêkanîna xeyalên şehîdên azadiyê bernedin.”
Îro di saetên nîvro de Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê li Goristina Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya li Çiyayê Şengalê, bi daxuyaniyekê şehîd Sara û Bîşeng bibîr anîn.
Daxuyanî ji aliyê Berdevka Yeketiya Ciwanên Êzîdîxanê Sara Botan ve bi amadebûna ciwan û jinên ciwan hate dayîn.
Botan di destpêka daxuyaniyê de di şexsê her du fermandar Şehîd  Sara û Şehîd Bîşeng de tevahiya şehîdên xeta azadiyê bi rêzdarî bibîr anîn. Botan got,: “Beriya çend rojan bi daxuyaniyekê şehadeta her du rê hevrêyen me Sara û Bîşeng hate ragihandin. Hevrêyên me di têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn. Hevrê Sara û Bîşeng du hevrêyên xwedî ked û têkoşînek bêhempa bûn. Li Rojava, Bakûr, Başûr û çiyayên Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê li berxwedan û têkoşîneke bêhempa meşandin. Armanca dewleta Tirk ji şehîdkirina van hevrêyan ew bû ku xeta ku ciwan li ser dimeşin, têdikoşîn û xwe rêxistin dikin, tune bikin. Bila dewleta Tirk a dagirker baş bizane ku ew ê bi hedefgirtina wan hevrêyan nikaribe îradeya ciwanan bişkîne.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Raste hevrê Sara û Bîşeng hatin hedefgirtin lê wê bi hezaran ciwanên Kurdistanê bikevin ser rêya wan û têkoşîna wan berdewam bikin. Em wek ciwanên Êzidî û jinên ciwan kedeka wan li ser xwe jî dibinin. Ji ber ku xebatên wan dane meşandin ji bo tevahiya ciwanên Kurdistanê ye. Ji ber ku em îro wek ciwanên Êzidî li Şengalê kar û xebatên xwe ku didin meşandin, bi saya ked û xebata wan hevrêyan. Her hevrêyeke me ku di nava kar û xebatên ciwana de cihê xwe digire, dema dikin hedef, dixwazin bi wê hedefê derbe li têkoşîna her ciwanekê bidin. Bi dehan sal in têkoşîna ji bo azadiya gelan li her derê tê meşandin û ev 10 sal in li Şengalê jî ciwanên me xwe rêxistin dikin, her diçe ev rêxistin li her derê mezin dibe. Mezinbûna vê têkoşînê bi saya hevrêyên me yên şehîd e. Çiqasî hevrêyên me hatine hedefgirtin û şehîd ketine, lê ev yek nebûya sedem ku em li tu cihekî gav paşde bavêjin û çok ji dijmin re daynin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Sara Botan ev peyam da : ”Eger îro dewleta Tirk li Rojava, Şengal, Başûrê Kurdistanê û çiyayên azad nikare encam bigire, bi saya hevrêyên me yên şehîd û têkoşîna Rêber Apo a ku li Îmraliyê dide meşandine. Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku em ê li her derê rêxistina xwe ya ciwanan mezin bikin û dest ji xeyalên şehîdan yên ji bo azadiya Rêbertî bernedin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.