PDK hêzeke mezin li Amediyê bi cih dike

PDK li navçeya Amediyê ya Dihokê ya nêzî sînorê Bakur di bin navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de hêzeke mezin kom dike.

Hate ragihandin ku PDK’ê ku bi salan e di her warî de piştgiriyê dide êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hêzeke mezin li nuqteyên li nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê yên Amediyê bi cih kiriye. Hêjayî gotinê ye ku PDK’ê vê di bin navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de hewl da êrîşên dagirkeriyê rewa bike.

Şeva 20 û 21’ê Sibatê de, PDK’ê hêzeke mezin di bin navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de li gundê Serzêrî yê bajarokê Kanîmasî yê navçeya Amediyê Dihokê bi cih kir.

Şeva 20’ê Sibatê di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Dihokê ya bi balafirên şer de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di daxuyaniya xwe ya îro de hişyarî da ku PDK bi rewakirina sûcên dewleta Tirk enfaleke nû li Kurdistanê ferz dike û bang li hemû hêzên Başûrê Kurdistanê û rayedarên dewleta Iraqê kir ku li dijî van êrîşan bibin xwedî helwest.