Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgiz jiyana xwe ji dest da

Hevserokê navçeya Şêrwanê yê DEM Partiyê Kadrî Bîlgîz ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. 

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şêrwana Sêrtê Kadrî Bîlgîz di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Bîlgiz ku zêdeyî 20 sal in di nava partiyên Kurdistanî yên weke DEM Partiyê de xebitî. Bîlgîz di hilbijartinên 14'ê Gulanê de avahiya navçeyê ya wêran bûbû ava kir û xistibû xizmeta gel. 

Cenazeyê  Bîlgîz wê li goristana navçeyê bê veşartin.

‘JI BO ME BÛBÛ MÎNAK'

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser hesabê medyaya dijîtal derbarê Bîlgiz de ev tişt parve kir: “Hevserokê xwe yê navçeya Şêrwanê Kadrî Bîlgîz jiyana xwe ji dest da. Serok Kadrî di nava bêderfetiyê de jî tu carî dev ji têkoşînê berneda û ji me hemûyan re bû mînak. Ji gelê me re sersaxiyê dixwazim, bila serê gelê me sax be.”