Dewleta Îranê siyasetmedarê Kurd Ahmedî bi dar ve kir

Siyasetmedarê Kurd û aktîvîst Serkut Ahmedî yê 29 salî ku du sal bûn di Girtîgeha Kirmanşanê de girtî bû, ji aliyê dewleta Îranê ve hat bidarvekirin.

Siyasetmedar û aktîvîstê Kurd Serkut Ahmedî ku du sal bûn di Girtîgeha Kirmanşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê de bû, hat zanîn ku vê sibehê ji aliyê dewleta Îranê ve bi dizî hatiye bidarvekirin.

Ahmedî ku bi awayekê bi dizî li Girtîgeha Dizel Abad a Kirmanşanê de hat bidarvekirin, 29 salî bû. Ahmedî, endamê berê yê Partiya Kedkarên Şoreşger a Kurdistanê bû. Meha Çileyê ya sala 2021’ê ku hewil da derbasê Ewropayê bibe, hêzên dewleta Îranê ew destgîr kir û di bin çavdêriyê Wezareta Îstixbarata Îranê ya Kirmanşanê de da ber pirsan. Bi pişt re ji aliyê daraza Îranê ve, bi sûcbariya ku Hasan Malakî kuştiye, biryara bidarvekirinê lê hat birîn.