Rûniştina doza Sûrê piştî 10 mehan dest pê kir
40 kesên ku di dema êrîşên qirkirinê de ji Sûrê hatin derxistin, ku 32 ji wan girtî ne, îro derketin pêşberî dadgeriyê.
40 kesên ku di dema êrîşên qirkirinê de ji Sûrê hatin derxistin, ku 32 ji wan girtî ne, îro derketin pêşberî dadgeriyê.
Li navçeya Sûr a Amedê, 40 kesên ji ber şerê 104 rojî û 'qedexeya derketina derve' li navçeyê asê man, piştî 10 mehan cara yekemîn derketin pêşberî dadgeriyê. Rûniştina darizandina 40 kesî, ku 32 jê girtî ne û nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Mazlûm Dolan jî di nav de ye, li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk tê. 20 bersûc bi îdîaya "xerakirina hevgirtin û yekîtiya dewletê" tên sûcdarkirin û dozgeriya Tirk dixwaze cezayê girtina heta bi hetayê yê girankirî li wan bê birîn.
Tevî Dolan 20 kes jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê", "propaganda rêxistinê", "rabûna li ber qanûna civîn, meş û xwepêşandanan" tên darizandin.
Remziye Tosûn a girtî ye, tevî zaroka xwe telvî rûniştinê bû. Malbatên bersûcan jî rûniştinê dişopînin. Ji ber ku cih di salonê de nema ye, gelek kes li derve man. Hejmara zêde ya polîs û leşkeran a li salonê balê dikişîne. Gelek kes bi rêya tercûman bi zimanê Kurdî parastina xwe dikin.