Rûniştina doza Kurt û Yacan pêk hat

Rûniştina doza hevşaredar Azîme Yacan û Şehsadîn Kurd ên piştî ku AKP’ê şaredariya Rêyaermûş dagirkir û şûnde hatin girtin, îro pêk hat. Dadgehê rûniştin taloqî kir.

Rûniştina 7’an a doza hevşaredarên Rêyaermûş Azîm Yacan û Şehsade Kurd ên di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de hatin hilbijartin û piştre 8’ê Mijdara 2019’an ji aliyê AKP’ê ve hate dagirkirin û şûnde hatin girtin, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran pêk hat.

Kurt û Yacan ên li girtîgeha lê tên ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn, dadgeh ji bo biryar bide rûniştin taloqî 17’ê Hezîrana 2020^ê kir. Yacan bi ‘ endamtiya rêxistin û propagandayê’ û Kurt jî ‘endamtiya rêxistinê’ tên darezandin.