Rûniştina Doza Şemzînanê hate kirin

Rûniştina Doza Şemzînanê ya îro hate taloqkirin.

Di 9’ê Mijdara 2005’an de li dijî Pirtûkxaneya Ûmûtê ya li Şemzînanê êrîşeke bombeyî hatibû kirin. 5’emîn rûniştina doza ku serbaz Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş dihatin darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 1’emîn hate kirin.

Her sê bersûcên ku ne girtî ne, tevlî rûniştinê nebûn.Xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz û parêzerên wî tevlî dozê bûn.

Seferî Yilmaz diyar kir ku divê bersûc werin girtin û darizandin. Parêzeran jî diyar kirin ku serbestberdana her sê bersûcan di wijdanê de gel de êşeke mezin çêkiriye û xwest ku bila her sê bersûc werin girtin û darizandin.

Heyeta dadgehê hemû daxwaz red kir û rûniştin taloqî 11’ê Hezîranê kir.