Rûken a ku wesayita zirxî pê lê kir hê di talokeyê de ye

Rûken Cansiri ya 8 salî ya ji Cizîrê, ku dema ji xwe re dilîst wesayita zirxî pê lê kir, hê baş nebûye û talokeya li ser jiyana wê didome.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li taxa Sûrê, li nêzî Pira Deştê dema ku Rûken ji xwe re dilîst wesayita zirxî ya polîsên Tirk ku li kuçeyan pir bi lez diçin pê li Rûken kir.

Rûken Cansiri piştî ku wesayita zirxî xwe lê qeliband bi giranî birîndar bû. Polîsên Tirk li şûna ku bang li ambûlansê kirin ew li wesayita zirxî kirin û birin nexweşxanê. Diyar bû ku xwîn çûye ser zikê Rûken.

Rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê diyar kirin ku 24 saetan wê Rûkenê di yekîneya lênerîna lezgîn de bihêlin û piştre li ser rewşa Rûken bikaribin tiştekî teqez bibêjin.