RTUK’ê Rûdaw ji Turksatê derxist

RTUK’ê biryar da ku bila televîzyona PDK’ê Rûdaw Tv ji Turksatê were derxistin.

Piştî biryara referandûmê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (RTUK) biryar da ku televîzyona PDK’ê Rûdaw Tvyê bila ji Turksatê were derxistin.

Ji bo Rûdaw Tv a ku nêzî PDK’ê ye ji Turksatê were derxistin RTUK bi awayekî awarte civiya. Piştî civînê biryar hate dayîn ku bila Rûdaw Tv ji peyka Turksatê were derxistin.

Rûdaw Tv yek ji weşana propagandayê ya AKP’ê ya li ser Kurdan bû. Piştî ku TRT Şeş di nav Kurdan de nehate ecibandin bi piştgiriya Ajansa Anadolûyê Rûdaw hate vekirin û bi weşana xwe ya li dijî Rojava bal dikişand.

RTUK’ê berê jî gelek weşanên Kurd dabû sekinandin û ji qada navneteweyî jî xwestibû ku bila weşanên televîzyonên Kurdan werin sekinandin.