Ronahî: Bi giyanê 15’ê Tebaxê em ê azadiya Rêbertî pêk bînin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elî Ronahî got, "Bi hişmendî, giyan û berxwedaniya 15’ê Tebaxê em  ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK)  Elîf Ronahî di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de ji ANF’ê re axivî.  Ronahî diyar kir ku ew ê, bi hişmendî, giyan û berxwedaniya 15’ê Tebaxê fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin.

'EGÎD VEGOTINA FERMANDARIYA XETA SERFIRAZIYÊ YE'

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî li ser Pêngava 15’ê  Tebaxê got, "Di salvegera 33’yan Pêngava 15’ê Tebaxê de ku Rêber Apo ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê dibêje, 'serfiraziya mezin a keda mirovên bi esl e', em berxwedana bi rûmeta a gelê Kurd ê ku ber bi azadiyê ve diçe careke dî slav dikin" û bi domdarî got, "Em şehîdên leheng ên berxwedana me ya çekdarî ya têkoşîna me ya azadiyê ku sala xwe ya 32’yan dadigire, bi wesîleya meha Tebaxê, di şexê hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz), Erdal (Engîn Sîncer) û Îbrahîm (Ramaza Toptaş) de careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Pêşengê Pêngava 15’ê Tebaxê û mîmarê wê Egîd bi çalakiya li Dihê-Şemzînanê ku bi komek heval re pêk anî, gava dîrokî ya şerê şoreşgerî ya gelê Kurd avêtiye. Hevrê Egîd vegotina giştî ya wê fermandariyê ye ku di xeta serfiraziyê de tevdigere."

'PÊŞENGÊ SERDEMA NÛ PKK YE'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî bal kişande ser karekterê nû yê serdemê, diyar dike ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parastinên xwe de ev karekterê nû yê demê pênase kiriye û diyar kiriye ku pêşengê vê serdemê wê PKK be:

"Serketina têkoşîna me ya azadiyê ku îro deriyê şoreşa Rojhilata Navîn heta dawiyê heta dawiyê vekiriye ji ber wê sedemê ye ku em tevgereke Rêbertî ne. Berxwedana Rêber Apo ya li Imraliyê berxwedana azadiyê ya gelê Kurd e. Rêber Apo bi parastinên xwe mizgiya ku serdemeke nû, serdema modernîteya demokratîk dest pê kiriye û ev serdem wê bi hişmendiya netewî ya demokratîk û bi sîstemema konfederalîzma demokratîk pêk were daye hemû gelên çewisî, sosyalîstan. Diyar kiriye ku pêşengiya vê serdemê, hem bi rastiya civakî ya dîrokî û hem jî b işerê şoreşgerî yê gel ê domdarirêj tevgera PKK’ê wê pêk bîne."

'ŞOREŞA KURDISTANÊ ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN AFIRANDIYE'

Ronahî bi domdarî diyar kir îro li Kurdistanê gelek civakên Rojhilata Navîn bi Kurdan re jiyaneke hevpar ava dikin û got ev encameke dîrokî ya Pêngava 15’ê Tebaxê ye:

"Îro li herêma me, li Rojava û Şengalê pêngavên vê yên dîrokî hatine avêtin, şoreşa Kurdistanê şoreşa Rojhilata Navîn afirandiye. Xeta neteweya demokratîk û jiyanîbûna pergala civakê ya vê xetê di serî de ji bo Rojhilata Navîn, ji bo hemû hêzên dijî pergalê bûye hêvî, bûye ew kan ku jê bestê werbigirin. Gelê Kurd ji bo ku pergala jiyana azad biparêze, xwe spartiye hêza xwe, hêz kengî, ji kû ve were jî gihaştiye wê hêzê ku bi hêza xwe ya parastinê bikaribe xwe biparêze. Ji ber sedema ku gelê Kurd jiyana xwe avê dike û diparêze îro li Rojhilata Navîn gelek civak bi gelê Kurd re pergala xwe ya jiyanê ava dikin û hêza hevpar a parastinê ava dikin. Ev gaveke dîrokî ye û yek ji encamên dîrokî ya Pêngava 15’ê Tebaxê ye."

'RÊBER APO VÎNA AZAD A GELÊ KURD E, HEBÛN, NASNAME Û SIBEROJA GELÊ KURD E'

Ronahî bi domdarî bal kişande ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir Ocalan vîna azad a gelê Kurd e: 

"Rêber Apo vîna azad a gelê Kurd e, hebûn, nasname û siberoja gelê Kurd e. Weke ku ji hêla hemû raya giştî ve tê zanîn Rêber Apo ji bo ku doza Kurd bi aştî, danûstandinê çareser bike gelekî têkoşiya. Lê xwedanê desthilatiya netew dewleta Tirk ku nexwestin doza Kurd bi aştî û danûstandinê çareser bikin, bi rikdarî dixwazin li ser gelê Kurd qirkirinê pêk bînin. Ji bo vê jî gelê Kurd ji bo ku hebûna xwe û azadiya xwe biparêze şerê şoreşgerî yê gel wê geştir bike. Şerê şoreşgerî yê gel li ser rêça têkoşîn-berxwedana domdar a ku Pêngava 15’ê Tebaxê afirandiye, geş dibe."

'HETA KU DI ŞEXSÊ KURDAN, JINÊN KURD DE GELÊN ROJHILATA NAVÎN, JIN AZAD BIBIN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Ronahî nirxandinên xwe wiha domand:

"Pêngava 15’ê Tebaxê vîna ku hêza xwe ya xweparastinê daye jina Kurd a ku dixwaze azad bibe, her wiha bawerî û bixwebawerî dayê. Nîşan daye ku karê herî zehmet, ji bo hebûn û azadiya gel û jinê biparêze hewce bike wê şer bike. Jina rêxistinî dikare her tiştî bi ser bixe. Li dijî wan ên ku li şûna aştiyê şer li me ferz dikin ku hewce bû em xwedî wê hêzê ne ku dikarin bersivê bidin. Hemû raya giştî ya dinyayê dizane ku li Bakur, Şengal, li Rojava û li Rojhilata Navîn ji bo azadiya xwe me bi rengekî xurt me vîna xwe ya şer nîşan daye û pêşengiyê ji serfiraziya gelan, jinan re dikin. Heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were, heta ku di şexê gelê Kurd û jinan de hemû gelên Rojhilata Navîn û jinên wan azad bibin em ê şerê xwe bidomînin.

'BI 15’Ê TEBAXÊ RE ÎDÎAYA KU JINA KURD  a GERÎLATIYA AZADIYÊ GEŞTIR BÛYE'

Beriya 15’ê Tebaxê jî jinên Kurd di yekîneyên propagandaya çekdar e bi pêşengî cihê xwe girtine, tevlî pêvajoya rêxistinê bûne. Bêguman di dîroka Kurdistanê de jinên Kurd bi ferdî jî bin pêşengî kirine. Mirov dikare di raperînên Kurdan de vê bibîne. Lê bi Pêngava 15’ê Tebaxê re îdîaya jina Kurd ku bibe gerîlaya azadiyê geştir bûye. Ên ku jiyana xwe roj bi roj dane doza azadiyê, li dijî hemû dijwariyên jiyanê li ber xwe didin û her ku li ber xwe didin hebûna xwe, nasnameya xwe pênase dikin û bihêz dibin hêzên gerîla yên jin in. Gerîlaya jin li hemû qadên têkoşînê tevlêbûna xwe ya bi pêşengî bi vîneke mezin nîşan dane. Jixwe li Kurdistanê di wan serdeman de a ku derba mezin li xeta îxanet û teslîmîyetê xistî heval Şehîd Bêrîtan bû. 1996’an li dijî xeta Zekî ya îxanetkar û teslîmbûyî, xeta Zîlan jî ya ku xeta berxwedanê û azadiyê diparêze, di şer de xitimîna taktîk çareser dike, di dîroka gerîla ya têkoşîna me ya azadiyê de xwedî girîngiyeke stratejîk e. 

Bêguman beriya her tiştî armanca herîm ezin a gerîlayên jin ên Kurd ew e ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê ne pêkan e ku azadiya jina Kurd, azadiya gelan pêk were. Heta ku esareta Rêber Apo û jinên Kurd, gelan bi dawî bibe wê şerê me yên meşrû geş bibe û dom bike.

'YJA STAR HEZA PARASTINÊ YA RÊXISTINIYA KONFEDERAL A JINÊ YE'

Bi artêşbûna jinê ya ku 1’ê Kanûna 1993’an ava bûyî heta niha em bûne xwedî tecrûbeyeke girîng. YAJK artêşa rizgariya gelê Kurd, a jian bû, mîsyona xwe ya dîrokî bi cih anî û mîrata xwe dewrî YJA Starê kir. YJA Star hêza parastinê ya rêxistiniya konfederal a jinê ye. Hêza hevpar a jinên Kurd e. Li çar parçeyên Kurdistanê êrîş ji kîjan alî ve were jî  hêzên YJA Starê di her şertî de xwedî wê hêzê ye ku gelê xwe û jinan biparêze. Jina Kurd ku têkoşîna berxwedanê ya ku bi YAJK’ê dest pê kirî û bi YJA Starê bi hêzên parastinê re kirî yek, îro li hemû qadên Kurdistanê her ku hewceyî pê çêdibe rêxistiniyên cihê ava dike.

'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINÊ YE'

Li pişt hêza parastina jinê ya ku li çar parçeyan pêk hatî tecrûbeyeke girîng a dîrokî heye. Îro bi jina Kurd re hişmendiya xweparastinê ava bûye. Jina Kurd bi hişmendiya welatparêz, xwedî wê hêzê ye ku jiyana xwe, xaka xwe, çanda xwe biparêze. Bi HPJ, YPJ, YJŞ û YPS-Jinê nîşan daya ku bi vê hêzê ye. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. YPJ li dijî hêza herî hov a dinyayê a DAIŞ’ê ku kirine belsa serê gelên Rojhilata Navîn û êrîşê dibe ser hemû nirxên pîroz ên Rojhilata Navîn şerê xwe dike. Di v îşerî de bi hêza fermandariyê mîsyona pêşengiyê dike. Hêzeke parastinê ya jinê ya ku zana bûye, rêxistinî bûye û dest bi têkoşînê kiriye çi tiştek nîn e ku nikaribe bi ser bixe.

'BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ LI SER RÊÇA 15’Ê TEBAXÊ AVA BÛYE'

Li Bakurê Kurdistanê weke ku tê zanîn avakirina xwerêveberiyê û berxwedana wê cara pêşî li Şirnexê, piştî ku 12’ê Tebaxê hate ragihandin dest pê kir. Di şexsê fermandarên mezin ên xwerêveberiyê Ş. Çiyager, Ş. Zeryan de, her wiha di şexsê rêberên gel hevê Asya Yuksel, Pakîze Nayir, Mehmet Tûnc, Mehmet Yavûzel û Sêvê Demîr de em hemû şehîdên xwerêveberiyê careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Tiştekî dîrokî ye ku berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê weke Pêngava 15’ê Tebaxê li Botanê dest pê kiriye, ev ispata wê ye ku rêça berxwedanê bêyî ku qutbûn çêbibe didome.  Berxwedaniya xwerêveberiyê ya ku bi giyan, hişmendî, bawerî û ji xwe danê ya Pêngava 15’ê Tebaxê geş bûyî, berdêlê wê her çendî giran bin jî rê li ber encamên dîrokî vekiriye. Beriya her tiştî bersiveke ji Plana Çokşikandinê ya 2014’An a AKP’ê re.  Weke hevrê Ş. Çiyager gotî berxwedaneke wiha ye ku bi ‘dawîbûna mihteşem’ Plana Çokşikandiye, şikandiye.

Berxwedana Xwerêberiyê careke dî nîşan daye ku Pêngava 15’ê Tebaxê ti caran wê qut nebe, gelê Kurd wê dîl neyê girtin. Hevrê Mehmet Tûnc ê ku bi vê hişmendiyê bû digot, ‘Me çok li ber xwe nedanî, me li ber xwe da, bila gelê Kurd bi me bawe be’ hay ji vê rastiya dîrokî hebû. Heke îro li Şengalê, li Rojava têkoşîna azadiya Kurd bê navber didome, ev bi destkeftiyên berxwedaniya xwerêveberiyê ye. 

Li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex, Silopya û li gelek deverên dî dirêjtirîn şerê bajêr ê dîrokê hatiye jiyîn. Ev şerê bajêr li dijî wê TSK’ê çêbûye ku pesnê xwe dide 3. artêşa mezin a dinyayê ye û xwedî  her cure derfetê derfetên teknîk e û artêşa Tirk şikandiye. Erdogan- Bahçelî yên faşîst darbeya xwe kirine û hewl dan ku hebûna xwe bidomînin. Berxwedana xwerêbeberiyê ya li Bakurê Kurdistanê pergala netew dewleta faşîst hejijandiye. Berxwedana xwerêveberiyê ku 12’ê Tebaxê dest pê kirî û rê li ber encamên girîng vekirî di dîroka têkoşînê ya gelê me de bûye xwedî cihekî girîng.

Li ser vê zemînê em careke dî salvgera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Em diyar dikin ku bi hişmendî, giyan û berxwedaniya 15’ê Tebaxê em  ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin."