RojNews: Asayîşa Duhokê gef li Wedat dixwar, lê wî bajar neterikand

"Em di wê baweriyê de ne ku êrîşên bi vî rengî, êrîşên li ser azadiya bîr û raman e. Armanca van êrîşan jî kolekirina civakê ye. Eger civakek bi rengekî azad nejî û bi azadî nefikire, ew civak mehkûmî koletiyê ye."

Ajansa nûçeyan RojNewsê, têkildarî qetilkirina nûçegihanê xwe Wedat Hisên Elî yê li Duhokê bi îşkenceyeke hovane hat qetilkirin, îro li ber Baxê Giştî yê li bajarê Silêmaniyekê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de gelek rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl jî amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê rojnamevan elah Xidir ve hat xwendin. Xidir zextên ku hêzên ewlekariyê yên Duhokê beriya niha li Wedat Hisên Elî dikirin bibîr xist û got, "Çend caran hêzên ewlekariyê yên Duhokê gef li rojnamevan Wedat xwarin. Ji bo ku ji Dihokê derbikeve û biçe derveyî welat. Lê belê Wedat ev yek red kir."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Şehîd Wedat ciwanek welatparêz û têkoşerekî herêma Behdînan bû. Du meh bûn ku ji bo ajansa me dest bi kar kiribû. Ji ber ku li hember doza gelê Kurd li her çar parçeyan hişyar û xwedî helwest bû. Beşdarî hemû çalakiyên ji bo piştgiriya Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, her wiha çalakiyên ji bo Birêz Abdullah Ocalan dibû. Her tim li dijî gendelî û nezaniyê pêşengiya çalakiyên li herêma Behdînan dikir.
 
'JI XWE RE WEKE ERK DIDÎT, RASTIYAN RAGIHÎNE'

Erka dikete ser milê wî bicih danî. Dixebitî ku dengê Kurd û çapemeniya azad bigihêne raya giştî ya navxweyî û cîhanê. Bi şêwazek fedakarane, bi wêrekî û dilsozane li ser xeta çapemeniya azad erka xwe didît ku rastiyên li herêma Behdînan ji civakê û her çar parçeyên Kurdistanê re ragihîne. Bi vê baweriyê li ser rêya şehîdên ragihandinê Zerdeşt Osman, Kawe Germiyanî, Soran Mame Heme, Şoreş Mistefa û Denîz Firat û şehîdên din têkoşiya.

Rojane dirûşme û bangên azadî, demokrasiyê û parastina mafê mirov li herêmê tê bihîstin. Lê belê li Başûrê Kurdistanê rojnamevan di bin gef û zextên dijwar de ne. Eger rojnamevan alîgirê partî û aliyek siyasî nebe her tim jiyana wê di bin gefan de ye."

'ARMANCA VAN ÊRÎŞAN KOLEKIRINA CIVAKÊ YE'

Xidir da xuyakirin, ku ew rojane nûçeyên kuştin, qetilkirin û revandina mirovan li herêmê dibihîzin û wiha dewam kir: "Lê hê jî sûcdarên kiryarên wan ne diyar nehatine girtin û cezakirin. Ev yek fikaran di nava civakê de zêdetir dike. Bi taybet êrîşa li ser rojnamevan û kesên rewşenbîr wer lê kiriye ku ferdên civakê xwe di nava ewlehiyê de nabîne. Em di wê baweriyê de ne ku êrîşên bi vî rengî, êrîşên li ser azadiya bîr û raman e. Armanca van êrîşan jî kolekirina civakê ye. Ji ber ku ger civakek azad nejî û bi azadî nefikire, ew civak mehkûmî koletiyê ye.

'DIVÊ SENDÎKAYA ROJNAMEVANAN XWEDÎ LI ENDAMÊN XWE DERKEVE'

Ji bo wê jî em daxwaz dikin ku li Başûrê Kurdistanê mafên gel bi giştî yê rojnamevanên azad werin parastin. Nabe ev bêdengiya bi vî awayî berdewam bike. Divê Sendîkaya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê xwedî li endamên xwe derbikeve. Divê dadgeh bi awayekî serbixwe û cidî parastina mafên rojnamevanan bike. Dosyaya şehîd Wedat wek dosyayên şehîdên din ên çapemeniyê nabe ku were girtin û daynin aliyekî.
 
Em hêzên ewlekariyê yên li herêma Behdînan ku di herêma wan de bûyerek bi vî rengî qewimiye, berpirsyarê sereke yê vê qetilkirinê dizanin. Divê di demek kurt de kiryarên şehîdkirina Wedat ji bo raya giştî were eşkerekirin û cezakirin. Heta niha jî ti sazî û dezgehên herêma Behdînan amade nebûne der barê mijarê de ti daxuyanî bidin.

BANGA LI ROJNAMEVAN Û SAZIYÊN RAGIHANDINÊ

Em bang li hemû rojnamevan û saziyên ragihandinê dikin ku li hember vê sûcê û êrîşan ên li ser hevpîşeyên wan, bêdeng nemînin. Bûyer tenê qetilkirina Wedat Hisên nîne, belkû qetilkirina dengê azad, medyaya azad e û di kesayeta Wedat de êrîşa li ser me hemiyane.
 
Em soz didin şehîdên ragihandina azad ku em ê rê û rêbazê wan berdewam bikin. Em ê li hember van êrîşan ti caran bêdeng nemînin. Em careke din sersaxiyê ji malbata şehîdê ragihandinê Wedat Hisên Elî û hemû rojnamevanên azad re dixwazin."

Li ser navê Navenda Parastina Mafê Rojnamegeran (Metro), Her wiha li ser navê Kampanya Çetir û Tevgera Azadî daxuyaniyek şermezarkirinê hat xwendin û hat xwestin ku berpirsyarên bûyerê demek ji ya din zûtir werin eşkerekirin.