Rojnamevanên Kurd: Divê rojnamevan û girtiyên siyasî bên berdan

Rojnamevanên Kurd bal kişandin ser metirsiya şewbê ku roj bi roj mezin dibe û xwestin, bêyî cihêkarî bê kirin rojnamevan û girtiyên siyasî hemû bên berdan.

Rojnamevanên Kurd bang li raya giştî ya demokratîk, partî, rêxistin û komeleyan kirin ku ji bo girtiyan bikevin nava liv û tevgerê.

Rojnamevanên Kurd ên li Kurdistan û Ewropayê ji ANF'ê re axivîn.

'LI GIRTÎGEHAN TI TEVDÎR NEHATINE GIRTIN'

Rojnamevan Yekta Şoreş bi bîr xist ku vîrûsa Korona ya ku gefê li tevahiya mirovahiyê dixwe, gefa herî mezin li girtîgehan dixwe. Şoreş da zanîn ku dewleta Tirk a bi taybet li hemberî girtiyên siyasî û rojnamevanên li girtîgehan pergaleke cuda dimeşîne heta niha têkildarî vîrusa Koronayê li van deveran ti tevbîr negirtine û wiha axivî: "Ji dewleta Tirk a dijmintiya xwe ya li hember gelê Kurd di her şert û mercî de nîşan dide, bêguman mirov hêvî nake ku ji bo girtiyên siyasî û rojnamevanên di zindanan de şert û mercên baş ava bike. Di vir de ya herî girîng û encamgir ew e, gelê Kurd û tevahî hêzên demokratîk bi hev re bikevin nav liv û tevgerê. Li zarokên xwe yên di girtîgehan de xwedî derkevin. Bi têkoşîna xwe dewleta Tirk neçarî gavavêtinan bikin. Ji ber her roj metirsiya vê vîrusê zêdetir dibe, kêliyek beriya kêliyekî divê ji bo girtiyên siyasî û rojnamevanên di zindanan de raya giştî ya demokratîk, partî, rêxistin û komele çi li welêt çi li derveyî welêt bikevin nav hewldanan.”

'DIVÊ BI LEZ BÊN BERDAN'

Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney da zanîn ku li girtîgehên di bin gefa şewba vîrûsa koronayê de ne, pêwîst e bi lez tevdîr bên girtin û girtî bên berdan. Guney destnîşan kir ku rewşeke berevajî, wê bê maneya înfiala civakî û wiha dom kir: "Divê hempîşeyên me yên girtî jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Pakêta Darazê ya ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye amadekirin ku girtiyên siyasî li derveyî vê hatine hiştin, tê maneya rojnamevan jî li derveyî vê hatine hiştin. Ev dikare weke pêkanîneke cihêkar bê binavkirin. Ji bo bi dehan mirovên girtî yên piraniya wan di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de dikare bên nirxandin tê maneya dayîna cezayê mirinê. Bi hezaran kesên ji ber sûcên zayendî hatine darizandin bi hinceta vîrusê wê berdin, lê rojnamevanên bi çêkirina nûçeyan raya giştî agahdar û rohnî dikin di girtîgehê de digirin. Ev bi awayê polîtîkayên firsendperest ên desthilatdariyê dikare bê îzahkirin. Ev pakêta darazê ku berê hatibû amadekirin, lê ji ber nerazîbûna raya giştî nekiribûn pratîkê, niha dixwazin bi hinceta vîrusê bixin meriyetê. Divê rojnamevanên ku girtina wan a li girtîgehê ji xwe sûc e tavilê serbest bên berdan." 

'RAGIRTINA GIRTIYAN ZILMEKE MEZIN E'

Rojnamevan Rêşad Sorgul jî bi bîr xist ku gelek heval û hemkarên wan di zindanê de ne û got, "Li zindanan bi hezaran mirovên me bi sedema xebatên xwe yên siyasî rehîn têne girtin. Di serî de hevalên me yên rojnamevan, ji bo girtiyên siyasî hemû bêne berdan, divê sazî û dezgehên navneteweyî bi erka xwe rabin, bandorê li dewleta Tirk bikin da ku deriyên zindanan bêne vekirin. Nexasim jî di van rojên şewba koronayê de mirovahî hemû li hal û hewalê hev dipirse, ragirtina girtiyan di zindanan de zilmeke mezin e. Li zindanan tehlûkeya vîrusê zêdetire û jiyana girtiyan dixe tehlûkeyê. Mafê jiyanê ji bo her kesî ye. Divê girtî bêne berdan. Ji bo vê jî em ji saziyên navneteweyî dixwazin ku bi erk û berpirsiyariya xwe rabin, hukûmeta Tirk neçar bikin û jê bixwazin deriyên zindanan veke."

'DIVÊ ROJNAMEVAN NE DI GIRTÎGEHÊ DE BIN, LÊ BI PÊNÛS Û KAMERA XWE...'
 
Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak jî destnîşan kir ku li gelek welatan ji ber gefa vîrûsa koronayê girtîgeh hatine valakirin û got, "Li gorî hejmara meha Kanûna 2019’an li girtîgehan, di nav wan de ku ji sedî zêdetir rojnamevan jî hene 208 hezar hikumxwar û 55 hezar girtî hene. Li gelek welatan ji ber gefa koronavîrusê girtîgeh hatin valakirin. Li Tirkiyeyê hikûmet jî têkildarî demên hiqûqa înfazê xebatan dimeşîne. Lê mixabin ev xebat sûcên êrîşên zayendî, qaçaxçîtiya narkotîkê, diziyê, nelirêtiya bacê, bazirganiya mirovan digire nav xwe. Rojnamevanên weke egereke pîşeya xwe nûçe çêkirine, her wiha siyasetmedar, parêzvanên mafên jinan, parêzvanên mafên mirovan tevî gefa vîrusê jî di girtîgehan de tên hiştin. Em dibînin ku hikûmet guhên xwe li bangên rêxistinên mafên mirovan, hiqûq û tenduristiyê yên têkildarî girtîgehan digire. Em berpirsiyartiyan tînin bîra hikûmetê û  bang lê dikin. Yan na wê ji encamên xerab berpirsiyar bê girtin. Di vê pêvajoya ku girîngiya nûçeyên rastî zelaltir tê dîtin, divê rojnamevan ne di girtîgehan de bin, bi kamera û pênûsên xwe bi nûçeyên xwe re mijûl bin. Em naxwazin mirovatî û edalet di bin enqaza ku encamên xerab ên muxtemel bibin sedem de bimînin. Divê mirov demldest bikeve nav tevgerê.”

'ROJNAMEVAN DENGÊ CIVAKÊ NE'

Pêşkêşvanê nûçeyan ê Stêrk Tv Bedran Dere jî wiha got: "Di pêşketin û zanebûna civakê de rola rojnamevanan tim sereke ye. Ji bo civaka Kurd ev hê girîngtir e. Saziyên ragihandinê û rojnamevan ji bo gelê me deriyê bi tenê ye ku ber bi cihana derve vedibe. Rojnamevan der heqê siyaseta sexte, gotinên derew, dizî û gendeliyê, der heqê rewşa siyasî, aborî, der heqê zilm û zora hikûmetê ya li ser her beşên civakê gel agahdar dike û şiyar dike. Dewleta Tirk ji zanîn û şiyarbûna gel ditirse, lewma her kesên ku rola wan di şiyarkirina civakê de hebe wan weke dijmin dibîne, dixwaze ji holê rake. Bikaribe pêşî dikuje, nikaribe weke alternatif wan davêje zindanê. Mesele ne tenê siyaseta hikûmeta AKPê ye, ev karekterê dewleta Tirk e, ji berê ve li hemberî Kurdan pêk tîne. Dewleta Tirik dixwaze hevalên me yên rojnamevan bitirsîne, wan di bin cezayên hepis û pereyan de bifetisîne. Dewleta Tirk dixwaze Kurdên herî kêrhatî, bêker bike, wan bêtesir bike. Ti hêviya me ji edaleta dewleta Tirk tine, em bang li civaka navneteweyî dikin, em bang li saziyên navneteweyî yên parastina rojnamegeriyê dikin, zorê bidin ser dewleta Tirk da ku hevalên me berdin. Bihêlin bila rojnamevan karê xwe bikin."

'WELATÊ HERÎ ZÊDE ROJNAVAN LÊ GIRTÎ NE, TIRKIYE YE'

Rojnamevan Bîlal Guldem jî bilêv kir ku bela reş û nexweşîna giran vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê belav bûye û ev tişt got: “Bandorek neyînî li ser xelkê Kurd û Tirkiyê jî dike. Her ku diçe vayrûsa koronayê li Tirkiyê û Kurdistanê belav dibe. Xelk bi talûkeyê rû bi rû ye. Wek ku tê gotin vayrûs herî zêde li cihê qelebalix û cihên însan komî lê dijîn bandora xwe nîşan dide. Bêguman yek ji van cihên girtî û qelebalix ku bi komî dijîn girtîgeh in. Wek ku partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl radigihînin ku jiyana bi deh hezaran girtî di bin fişarek mezin de ye. Yek ji welatên herî zêde rojnameger lê girtî ne jî Tirkiye ye. Nîvê wan rojnamegerên Kurd in. Hevalên me rojnameger ji girtîgehan didin ragihandin ku li girtîgehan tevdîrên nebaş û pêşîgirtina vayrûsê nehatine girtin. Dema wisa be bêguman jiyana hevalên me rojnameger ên girtî jî di bin xetereyek mezin de ye. Wek nimûne bêjim, çi li Tirkiyê diqewime rojnamegerên Kurd û muxalîf para xwe jê digirin. Tirkiye û Sûriye bi hev re şer dikin lê rojnamegerên Kurd ên vî şerî dikin nûçe, tên girtin û darizandin. Tirkiye rê li ber penaberan vedike, lê rojnamegerên Kurd tên binçavkirin û girtin. Ya balkêş jî ev e ku çi li Tirkiyê diqewime heyfa wê ji rojnamegerên Kurd derdixin. Dinya bi vayrûsa koronayê re têdikoşe lê hikumet ketiye pey rojnamegerên Kurd û îradeya Kurdan ka dê çawa desteser bike.Ji ber vê metirsiya vayrûsê jî carek din dibêjim rojnamegerî ne sûc e û bila rojnamegerên girtî werin berdan. Her wiha ez daxwaz dikim ku rojnamegerên girtî jî ji birêkûpêkkirina yasaya înfazê ku tê gengeşekirin bêpar nemînin.”

'DIVÊ GIRTÎGEH BÊN VALAKIRIN'

Rojnamevan Denîz Îke jî anî ziman ku vîrusa corona di demek nêzîk de li hemû cîhanê belav bû û bi hezaran mirov ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dan. Îke bibîrxist ku li seranserî cîhanê bi sed hezaran mirov jî bi şewbê ketine û got: “Li Tirkiyeyê jî heta niha 59 kes ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane û 2433 kes jî bi şewbê ne. Li Tirkiyeyê 389 girtîgeh hene û rêjeya tijebûna girtiyan ji sedî 121 e. Heta meha kanûnê zêdeyî 100 rojnamegeri girtî bûn. Dîsa zêdeyî 208 hezar girtiyên hikûmxwar û 55 hezar girtiyên tên darizandin hebûn. Bêguman vîrusa Koronayê ya li tevahî cîhanê li ser mirovatiyê ku bûye gefeke mezin, herî zêde li ser kesên di girtîgehan de ne metirsiyeke mezin e. Dewleta Tirk a bi taybet li hemberî girtiyên siyasî û rojnamevanên li girtîgehan pergaleke cuda dimeşîne heta niha têkildarî vîrusa Koronayê li van deveran ti tedbîr negirtine. Her ku diçe hejmara kesên ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibin. Ligel talûkeya heyî jî, rojnamevan hewl didin li qadan rastiyan ji bo gel ragihînin. Ji ber her roj metirsiya vê vîrusê zêdetir dibe kêliyek beriya kêliyekî ji bo rojnamevanên girtî û girtiyên siyasî yên di girtîgehan de raya giştî bikevin nav hewldanan.  Divê hemû rojnameger û girtiyên siyasî ên girtî bê berdan û ji vê zagonê sûdê bigirin. Bi vê boneyê carek din ez dixwazim bibêjim rojnamegerî ne suç e, divê bi lez girtîgeh bên valakirin.” 

'PÊDIVIYA CIVAKÊ BI RAGIHANDINA ŞEFAF HEYE'

Rojnamevan Zeynel Bulut jî ev tişt got: “Şewba Covid-19 ya ku li Çînê derket û li tevahiya cîhanê belav bû bandoreke mezin li mirovahiyê dike. Bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran mirov jî bi vê şewbê ketine. Ev Şewba Corona yanî Virûsa Coronayê jiyana tevahî mirovahiyê tevizandiye. Li gelek welatên ku ev şewb lê belav bûye,  bêyî ku cudakariyê têxe navbara mirovan ketin nav hewildanên parastina jiyanê. Qadeke ku herî zêde di bin xeteriyeke mezin de ye jî girtîgehin. Em wekî rojnameger vê rewşê ji nêz ve dişopînîn. Di her rewşên awarte de çav û guhê civakê rojnameger in. Lê belê desthilatiya AKP-MHP’ê rojnamegerên ku rastiyan radigihînin digirin û diavêjin zindanan.  Li Tirkiyeya ku bi dehan kes ji vê şewbê jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes bi vê şewbê ketiye, bi hezaran girtî jî di zinadanan de bi xeteriya bi vê şewbê kevin, zêde ye. Di van rojên ku nîqaşa li ser berdana hin girtiyên di rojeva desthilatiyê AKP’ê de ye, pêwîste bi lezgînî hemû girtiyên siyasî û bi taybetî jî hempîşeyên me serbest bên berdan.  Bi taybetî jî di pêvajoyeke wiha de bi qasî ku pêwistiya bi tenduristvanan heye, pêwistiya civakê bi ragihandineke şefaf jî heye.  Divê demildest rojnamegerên girtî serbest bên berdan.”

'AKP VÊ WEKE FIRSENDEKÊ DIBÎNE'

Rojnamevan Seyît Evren jî bilêv kir ku şewbeke kujer, xeternak û her roja diçe giran dibe li cîhanê belav bûye û got: “Ji aliyê hemû pisporan ve eşkere tê ragihandin ku ev şewba kujer herî zêde li deverên qerebalix belav dibe. Hişyariyên bi vî awayî tên kirin. Ji bo qerebalixî çênebe welatên ku qedexeyên derketina derve û rewşê awarte îlan kirine hene. Bêguman têkildarî vê mijarê cihên herî zêde lawaz û qet tedbîr lê nehatine girtin girtîgeh in. Di mijara girtîgehan de Tirkiye di nav welatên sicîla wê herî xerab û herî zêde girtî lê tên girtin di rêzên pêşî de ye. Piraniya mirovên li zindanên Tirkiyeyê tên girtin bi awayekî weke rehîneyan tên girtin. Di nav wan de nivîskar, hunermend û rojnamevanên ku rojane civakê serwexet dikin kêm nînin.  AKP û Erdogan her kesê ji bo xwe weke tehlûke dîtin, kirin girtîgehan. Hema hema hemû rojnamevanên di girtîgehan de ji bilî çêkirina nûçeyan ti sûcekî wan nîne. Armanca wan ew bû ku nûçeyan çêbikin, civakê rast agahdar bikin, rastiyan ji civakê re bêjin û perdeya derewan biçirînin. Gelek ji wan tevî çend caran hatin girtin jî dest ji nivîsandina rastiyan bernedan. Lewma AKP û Erdogan gelek ji wan bêyî îdîanameya der barê wan de bên amadekirin jî kirin girtîgehan. Û niha jî biryara wan ew e van rojnamevanan di girtîgehên bihêle ku metirsiya vîrusa koronayê herî zêde ye li wan deran heye. Ya rastî AKP ji bo kuştina rojnamevanên çav, guh û wijdanê civakê ne vê rewşê weke firsendekê dibîne. Ji ber Erdogan û AKP ji rojnamevanên rastiyê dibêjin ditirsin. Qanûnên ku hemû pergalên dîktatoriyê bi kar tînin niha ji bo van rojnamevanan pêk tîne. Lê gel ji rojnamevanan hez dike, xwedî li wan derdikeve û dixwaze tavile ji girtîgehên weke rehîn tên girtin derkevin. Weke rojnamevanekî dixwazim tavilê hevalên min ên rojnamevan bên berdan. Ji bo vê dixwazim civak hestyar be, dengê xwe derxe û ji bo azadiya wan dengê xwe bilind bike.”

'HIKÛMET JI ROJNAMEVANAN DITIRSE'

Rojnamevan Vedat Kurşun jî wiha got: “Desthilatdariya AKP'ê ji ber tirsa xwe Tirkiye li cîhanê kiriye girtîgeha herî mezin. Li cîhanê dewleta ku herî zêde rojnameger lê girtîne. Ev jî nîşan dide ku bê AKP çiqasî ji rojnamegeran ditirse. Tirsa wê jî ji bo sûcên ku heta niha kirine dernekevin holê. Divê vê yekê baş zanibe ku ew nikare bi girtinê pêşiya rojnamegerên çapemeniya azad bigire û wan ji rastiyê dûr bixîne. Mînakên vê di dîroka wan de gelek in. Rojnamegerên li derve hîn jî bi nûçeyên xwe tirsa AKP'ê zêdetir dikin. Divê cihê rojnamegeran ne nava çar dîwaran be. Divê li derve bin û li ser karê xwe bin. Bi taybetî jî di vê pêvajoya ku seranserê cîhanê dibin gefa Covid-19 deye û gelek dewletan girtiyên li welatê xwe berdane. Hîn jî AKP hewl dide girtiyan di girtîgehan de bihêle. Di van rojên xeteriya Covid-19 zêde bûye de AKP dixwaze bi paketa darazê û daxistina înfazê ya xapînok bilî girtiyên azadiyê,  girtiyên din berdin. Ev jî nîşan  dide ku bê AKP çiqasî li pêşiya tenduristiya gel bûye xetereyeke mezin. Divê bêşert û merc di serî de rojnamegerên girtî û hemû girtiyan serbest berde. Banga me ji raya giştî re ew e ku haya we jê heye, nêzî 200 rojnameger di girtîgehan de girtîne. Dengê xwe li dengê wan zêde bikin.”

'DIVÊ HEVALÊN ME BÊN BERDAN'

Rojnamevan Omer Tur jî ev tişt got: “Bi salan e em li Tirkiyeyê nikarin bi awayek azad rojnamevaniyê bikin. Piştî hewla derbeya 15’ê Tîrmehê li Tirkiyeyê bi dehan rojnameger hatin girtin û bi sedan ji kar hatin durxistin. Niha hevalên me yên girtî li girtîgehan dibin talûkeyeke gelek mezin de ne. Ji ber şewba korona vîrusê em dixwazin hevalên me yên rojnamevan yên girtî serbest bên berdan.”