Rojnamevan Nûjiyan Erhan li ser gora xwe hate bibîranîn

Rojnamevan Nûjiyan Erhan di salvegera 6'an a şehadeta xwe de li Şengalê li ser gora xwe hate bîranîn. Li ser gora Nûjiyan Erhan daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku Nûjiyan bû dengê jina Êzidî.

Rojnamevan Nûjiyan Erhan 3’ê Adara 2017’an di encama êrîşa çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê de li ser rêya navbera Sînûn û Xanesorê de bi giranî birîndar bû. Nûjiyan Erhan piştî 19 rojan li nexweşxaneyê di 22’ê Adara 2017’an de, tevlî nava  karwanên şehîdan bû.

Nûjiyan Erhan di 6’emîn salvegera şehadeta xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Şehîd Dilgeş û Şêhîd Berxwedan ya li çiyayê Şengalê, hate bibîr anîn.

Li ser gora şehîd Nûjîn daxuyaniya Ragihandina Jinên Êzidxanê ji aliyê rojnamevan Hêvî Ezda û Nûjîn Êzidî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em di serî de weke şopdar û şagirtên Şehîd Nûjiyan Erhan, lêgerîner, rojnamevan û şoreşgera dilsoz di salvegera 6’emîn a şehadeta wê de bi hezkirin, rêz û minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê wê de tevahî jinên rojnamevan ên ku li ser bingeha; 'bila rastî di tariyê de nemîne', têkoşiyan û bûn şopdarên heqîqetê bi bîr tînin.

Weke tê zanîn  di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li ser  Şengalê êrişên hovane pêk anîn, heval Nûjiyan bi wêrektiyek mezin berê xwe da Şengalê. Rastî û hovîtiya ku li Şengalê diqewimî, dixwest ji raya giştî re ragihine û bike malê dîrokê. Êşên jinên Êzîdî yên dîl dihatin girtin û ji bo radestî çeteyên DAÎŞ’ê nebin xwe ji zinaran avêtên ji kûr ve hîs dikir. Dixwest bibe parçeyek ji wan êşan û wê berxwedanê. Heval Nûjiyan wek navê xwe li Şengalê hewl da rastiya jinên Êzîdî vebêje û jiyanek nû ava bike. Kêlî bi kêlî jiyana xwe li ser hîmê gera li heqîqetê û azadiyê ava kir. Her kêliya ku li Şêngalê di çeperên şer de bi kameraya xwe li gel parêzvanên Şengalê de cih digirt çîrok û ji raya giştî re parve dikir. Bi kamera xwe her kêliya jiyanê, di nava gel de bû. Dibû dengê Şengalê. Şehîd Nûjiyan bi kamareya xwe û bi wêneyên xwe ji bo civaka Êzidî bû hêviya jiyanek azad.

Ji aliyekî ve xiyaneta ku li Şengalê dihat kirin vegot, ji aliyekî din ve jî berxwedana şervanên azadiyê û jinên Êzîdî vedigot. Di dilê xwe de hêviyên jinan û mirovahiya azadîxwaz hilgirt. Bi berpirsyariya pêkanîna wan hêviyan têkoşiya.

Di 3 Adara 2017’an PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk xwest careke din xiyanetê bike, ji bo wê êrişê bajarokê Xanesorê kir û fermana ku çeteyên DAÎŞ’ê bi sernexist xwest dubare bike. Xelkê Şengalê, jinên Êzîdî û şervanên wê bi helwesteke tund li hemberî van êrîşên dagirkeriyê sekinînin û rê nedan. Rojnamevan Nûjiyan bi helwesteke şoreşgerî li gel civaka Êzidî li dijî êrişên PDK’ê û kiryarên wî yê îxanetkar di eniyên herî pêş de cih girt. Ji ber vê helwesta bi rûmet ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi zanebûn hate hedefgirtin. Heval Nûjiyan ji ber ku kiryayên wan ên qîrêj ji raya giştî re parve dikir, heqîqet derxist pêş hedef hat girtin û di 22’Adarê de gihişt asta şehadetê.

Îro jî weke Ragihandina Jinên Êzîdî li Şengalê li ser mîrasa Şehîd Nûjiyan bi biryardariyek mezin em dimeşin. Ragihandina Jinên Êzîdî bi nasname û xeta ragihandina jin a azad, bi biryardarî û israra kesayetên pêşeng ên weke rojnamevan Nûjiyan Erhan bi pêş ket û li Şengalê hate birêxistinkirin. Çawa ku heval Nûjiyan dest bi vê têkoşîna heqîqetê kir û rastiya heyî ti carî nehêla di tariyê de bimîne, îro jî em li ser wê mîrasê û li ser rêya heqîqata ku heval Nûjiyan fêrî me kir dimeşin. Çawa ku heval Nûjiyan her kêliya xwe bi ked û xebatek bê rawestandin derbas kir, weke ragihandina Jinên Êzîdî ji bo ku ev rastî ti carî di tariyê de nemîne em jî xebatên xwe bimeşînin. Em ê bi ruh û têkoşîna heval Nûjiyan rastiya jinên Êzîdî ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin. Heval Nûjiyan di her kêliyên  jiyanê de ji bo me mamosteyeke jiyanê ye. Ji bo ku kamera û pênûsa heval Nûjiyan li erdê nemîne em ê di her kêliya jiyanê de li pey heqîqetê bin."