Rojnamevan Kiliç hate bîranîn

Nûnerê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç ku beriya 28 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hate kuştin, li ser gora xwe hate bîranîn.

Bîranîn li Goristana Taxa Abdûrrahîm Dede ya li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê pêk hat.

Kemal Kiliç ê ku sala 1963'an ji dayik bû, di 18'ê Sibata 1993'an de li Rihayê piştî ku hate şopandin, ji aliyê sê kesan ve zext lê hate kirin ku bê revandin. Li gorî şahidan, Kiliç li ber êrişkaran rabû. Êrişkaran ji ber ku nekarîn Kiliç birevebînin ew bi çekê kuştin. Kujerên Kiliç nehate dîtin, nehate cezakirin.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê Serdar Altan, malbata Kiliç, hempîşeyên wî, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, rêveberên bajar û navçeyan ên HDP'ê tevlî bîranînê bûn.

Ayşe Surucu li bîranînê axivî û xebatkarên çapemeniyê yên hatin qetilkirin bi bîr anî. Surucu diyar kir ku Kiliç li Rihayê bû sembol û rojnamevanên dan ser şopa wî ala wî hildan û têkoşiyan.

Serdar Altan jî got, "Kemal ne yê destpêkê bû ne jî yê dawî. Têkoşîn dewam dike û wê dewam bike. Zilm û zexta li vê cografyayê bi her awayî dewam dike. Têkoşîna li dijî vê jî dewam dike. Em ê heta dawiyê têbikoşin."

Piştre qurnefîl danîn ser gora Kiliç û merasîma bîranînê bi dawî bû.