Rojnamevan Aslan 5 roj in di binçavan de ye
Rojnamevan Arîf Aslan ê dema nûçe dişopand hate binçavkirin hê jî di bin çavan de ye.
Rojnamevan Arîf Aslan ê dema nûçe dişopand hate binçavkirin hê jî di bin çavan de ye.
Rojnamevan Arîf Aslan ê ku di 20'ê Adarê de dema nûçe dişopand hate binçavkirin 5 roj in li Midûriyeta Polîsan a Wanê tê girtin. Aslan ê ku derûdora Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê nûçe dişopan bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate binçavkirin, tê payîn îro derxînin dozgeriyê.
Li aliyê din polîsan piştî binçavkirinê di heman şevê de li ser mala Aslan de jî girtîbû.