Rojeva sereke ya gerîlayên li Qendîlê tecrîda li ser Ocalan e

Li ser serê çiyayê Qendîlê em li hêzeke gerîla rast tên ku bi her awayî amade ye. Me li cem vê komê jî dît ku rojeva sereke ya gerîlayên li Qendîlê tecrîda li ser Ocalan e.

Tifaqa AKP-MHP demeke dirêj e ku operasyoneke li dijî Qendîlê xistiye rojevê. Em jî rewş û amadekariya gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Qendîlê li dijî vê yekê dişopînin. Gerîla bi sebir û amade xuya dikin.

Roj nîne ku balafirên keşfê li ser Qendîlê nafirin. Li gorî gerîla, liv û tevgera zêde ya balafirên keşfê nîşan dide bê dewleta Tirk çiqasî bêçare ye. Min jî vê carê xwest li ser bandora balafirên keşfê ya li liv û tevgera gerîla bisekinim. Bi ya min, ev yek zêde tehdeyê li gerîla nake. Em dibînin ku gera balafirên keşfê ne bandorê li coş û kelecana gerîla dike, ne jî li pêşiya karê wan astengiyeke mezin e.

HÊZA GERÎLA BI HER AWAYÎ AMADE YE

Artêşa Tirk pişta xwe gelekî bi balafirên keşfê xweş dike. Lê ya ku me matmayî dihêle ew e, ku gera balafirên keşfê ne xema gerîla ye. Bêguman tedbîrên xwe digirin û bi tecrûbeya xwe ya bi salan zanin bê çawa xwe nîşan nedin. Mebesta min ew e ku li gel keşfê jî perwerdeya xwe, xwendin, nivîsandin û karê xwe didomînin. Em li ser serê çiyayê Qendîlê dibînin ku gerîla ji her alî ve amade ne.

Di çarçoveya karê xwe yê çapemeniyê de em jî li çiyayên Qendîlê li nava hêzên gerîla geriyan û di dema vê serdana xwe de me gelek caran balafirên keşfê dîtin. Carna dema em gihîştin komên gerîla, carna jî di rê de balafirên keşfê li ser me geriyan.

Du gerîlayên YJA Starê ji dûr ve bi rûkenî silavê didin me û ji me re dibêjin, "Heval ma hûn jî li vir in. Ev tirtira dîsa li ser serê me ye. Bawer bikin, ev nizanin çi ji xwe bikin. Herhal difikirin ku deh hezaran gerîla bi vê tenekeyê tine bikin." Me jî silav da wan û tevlî sohbeta wan bûn.

ROJEVA SEREKE YA GERÎLAYÊN LI QENDÎLÊ TECRÎDA LI SER RÊBERÊ GELÊ KURD E

Me berê xwe dan cem komeke din. Ev kom jî ji gerîlayên YJA Starê pêk dihat. Nivîsên li kovaran bi rengekî komî hatin xwendin, sohbet hate kirin û pêvajo hate nirxandin. Me li cem vê komê jî dît ku di vê pêvajoyê de rojeva sereke ya gerîlayên li Qendîlê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Her gerîlayên ku em lê rast hatin, hesreta xwe ya Ocalan anîn ziman.

Wê rojê jî rojeva sereke ya koma gerîlayên YJA Starê, Ocalan bû. Gerîlayên jin li ser operasyonên dagirkeriyê yên li dijî Qendîlê texmînên xwe anî ziman. Ev şervanên jin li pêşberî xemsariya hikumeta herêmê ya li hemberî hewldanên dagirkeriyê, li hemberî daxuyaniyên hin siyasetmedaran ku axa Başûr pêşkêş dikin, gelekî bi hêrs in.

Ji tecrûbeyên xwe zanin ku eger AKP dest bi operasyoneke dagirkirinê bike wê herî zêde jin, zarok, extiyar, gelê li herêmê zerarê bibîne. Gerîla dibêjin ku van siyasetmedaran gelê Başûr avêtine nava êgir û fikarên xwe tînin ziman. Gerîlayên li Qendîlê bi biryar in ku gel biparêzin. Bi xwe bawer û bi biryar in ku ne balafirên keşfê, ne balafirên şer, ne jî tank û top wê nikaribin pêşî li wan bigirin.