ROJEVA 7'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Velî Saçilik got, kampanya wan a 'Malbatên Xwişk-Bira' ne kampanya alîkariyê ye, ya piştevaniyê ye. Saçilik ji bo piştevaniyê careke din bang kir.

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar diyar kir, ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi betalkirina 'qanûna înfazê ya nû' re dikare pêşî li guhertineke nû veke.

Zanyarên Îngiliz di lêkolîneke xwe de li ser wê yekê radiwestin ku bandora vîrûsa koronayê ya nû li gorî genetîka mirovan diguhere.

Şewba Covîd-19 li gelemperiya cîhanê li 3.7 milyon mirovî geriya ye û zêdeyî 260 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku nêzî 100 hezar kedkarên tenduristiyê jî bi vîrûsê ketine.