Roja Jinan a Cîhanê li Silêmanî bi coş hate pîrozkirin

Roja 8’ê Adarê ya Jinan a Cîhanê li Berde Qehreman a Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan jin û xelkê herêmê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer hevpar li Berde Qehreman a Silêmaniyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyek mezin a tevlîbûneke xurt pîroz kirin.

Peyama RJAK û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer ji aliyê Şatû Mehemed ve hate xendin.

Di peyamê de roja 8’ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkirin û diyar kir ku wê têkoşîna jinan bidome heta dawî li sîstema tecrîd û êşkence ya li Îmralî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan tê sepandin bînin, wê têbikoşin.

Piştre peyama Tevgera Azadî û Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê hatin xwendin û di van peyaman de bal kişandin ser rola jinên têkoşar a li dijî sitemkarî û tundiyê. Her wiha hate gotin ku wê berxwedana jinan heta serketinê dom bike.

Di dewama şahiyê de Koma MA (Mezopotamya) ji Bakurê Kurdistanê û dîsa Koma Em a Kurdên Xoresan, li gel Hunermend Jîna û Adil Hawremî derketin ser dikê û coşa şahiyê zêde kirin.

Endamê Koma MA Hêlîn Kiliçaslan li ser coş û heskirina gel a li beramberî wan ji ANF’ê re axivî û got: “Bi hatina vir kelecaniyek mezin da me. Eleqeyek zêde ji bo me hate nîşandan û germ em pêşwazî kirin. 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim.

Gel li ber stranên hunermendan govend gerandin û dirûşim qîr kirin.

Herî dawî şahî bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bûn.