Roj bû 122: Rewşa tenduristiyê ya Yagiz nebaş dibe

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîdkirina Ocalan, di roja 122'an û Fedîle Tok roja 62'an de ye. 

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin di roja 122'an de ye. 
Her ku diçe rewşa Yagiz a tenduristiyê xirab dibe, bi taybet pirsgirêka bêxewî û bêtaqetî pir lê giran bûye.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê di roja 122'an de ye. Her wiha çalakiya hemwext a bêdawî û bidorveger jî bi koma 61'an dewam dike.

Herî dawî 1'ê Çileya 2019'an di roja 73'an de Yagiz rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok di roja 62'an de bi biryardarî didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16'ê Kanûna 2018'an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 94'an de didome. Çalakî hemwext a bêdawî û dorveger jî ji aliyê koma 33'yemîn ve hate dewirgirtin.

Di merasîmê de Ehmed Ozer axivî û diyar kir ku wê çalakiya bi encam bibe û dawî li tecrîda li ser Ocalan bîne û Kurdan azad bike. Ozger got: “Bi çalakiya xwe em ê hişmendiya faşîzan a desthiltdaran hilweşînin.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 99'an de ji aliyê koma 50'an dewam dike.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî, endama Meclîsa Herêma Germiyanê ya Tevgera Azadî Gulebax Celal dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kir. Greva Celal di roja 5'an de ye.

Her wiha Fatma Ehmed a ji gundê Tatan a navçeya Pênciwên ku nêzî hefteyekê dest bi çalakiyê kiriye, ligel jinên ciwan çalakiya xwe berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Herêm Mehmud di roja 28'an de dewam dike. Her wiha çalakiya Şeyma Ednan a ji bo mehekê dest bi grevê kiribû jî di roja 20'an de ye.