Roboskiyan nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Dayikên Şemiyê dan

Malbatên Roboskiyê mîna her hefteyê di çalakiya xwe ya edaletê de, nerzîbûn nîşanî êrîşa polîsan a li ser Dayikên Şemiyê dan.

Malbata 34 ciwanên ku di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a digirker a li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê de hatibûn qetilkirin di hefteya 348’an de li ser gora zarokên xwe kom bûn. Li ser navê malbatên ku wêneyên zarokên xwe hildabûn Velî Encû daxuyanî da.

Encû nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan a li ser Dayikên Şemiyê ya di çalakiya xwe ya hefteya 700’î de bûn da û got: “ Êrîşa hatî kirin û daxuyaniyên rêveberên hikûmetê , awêneya polîtîkayên pêkanîn û gotinên ji bo Qetlîama Roboskiyê kirine.”

Encû gotinên berê yên rêveberên hikûmetê yên mîna ‘Em ê êşa we vemirînin, êşa we parvedikin’ a ji bo Dayikên Şemiyê kiribûn bibîr xist û got: “ Ew gotin ji bîr kirine, bi gaza îsotê û jopan êrîşî çalakiyên demokratîk ê mafê xwe yê rewa digerin kirin. Em êrîş û gotinên heqaret ên ‘piştgirî didin terorê’ yên êşa Dayikên Şemiyê zêdetir dikin protesto dikin û şermezar dikin.”

Encû bibîr xist ku wê rêveber hesab bide Dayikên Şemiyê yên ku xizmên wan hatine qetilkirin û windakirîn dîsa hesab dibe dayikên ku li Roboskiyê li edaletê digerin û wiha pêde çû: “Dayika Hasan Ocaka yê bi êşkenceyê, dîsa dayîkên Serhat, Erkan û Orhan ên bi bomeyan hatin qetilkirin wê qet ji edalet ji bo zarokên xwe qîr dikin bernedin.”

Encû herî dawî bal kişand ser çalakiya 1’ê Îlonê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê û got: “Bang li hemû aliyan dikin ku; encamên şer li holê ne. Roboskî jî di nav de qetlîamên ku dixwazin serî binixûmînin û nixûmandî enceq bi aştiyê çareser dibe. Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bang li aliyên şer dikin ku vegerin. Ji bo yekan e rêya nehatî ceribandin, yanî ji bo aştiyê daxwaz bikevin nava hewldanan dikin.”