RMMK: Di meha Sibatê de 13 Kurt hatin darvekirin, 16 kolber hatin qetilkirin

Li gorî daneyên meha Sibatê ya Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, 13 kes hatine darvekirin, zêdeyî 80 kes hatine girtin û 16 kolber hatine qetilkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê bîlançoya meha Sibatê ya binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di meha Sibatê de rêjeya kesên hatîn darvekirin zêdebûye ku 13 welatiyên Kurd hatine darvekirin. Her wiha hate diyarkirin ku di çarçoveya girtina çalakvan û sepandina cezayan de, di meha Sibatê de 82 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin û li 12 kesan cezayê girtîgehê hatine birîn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku di nava girtiyan de herî kêm 5 zarok hene û ji 4 jinên girtî jî 3 jin bi cezayê girtîgehê hatine cezakirin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate ragihandin: “Di meha Sibatê de 12 kolber birîndarbûn, 3 kolber di bûyera trafîkê de û kolberek jî di encama gulebarana raste rast ya hêzên dewleta Îranê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di meha borî de herî kêm 3 jin û 5 zilam dawî li jiyana xwe anîn e, heman demê de 2 jin jî hatine kuştin. Li gel van di encama teqîna mayînên paşmayên şer de jî 4 kes bûne qûrbanî. Di encama gulebarana dewleta Îranê de 4 kes hatine kuştin û girtiyek jî ji ber astengkirina tedawiya bijîşkî hatiye qetilkirin.