Riham Hico: Divê her kes li dijî êrîşan helwesta xwe nîşan bide

Endama KNK’ê û Berdevka TAJÊ Riham Hico, têkîldarê êrîşa li Hewlêrê got, “Li aliyekî êrîşê Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin, li aliyekî êrîşê Şengalê û Rojava dikin. Divê her kes helwesta xwe nîşan bide.”

Di 18’ê Îlonê de nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbun li ofîsa KNK’ê ya li Hewlêrê di bin çavdêriya Asayîşa Hewlêrê de hate şehîdxistin. Tevî ku çend roj di ser vê êrîşa bêbext re derbas bûne jî heya niha Asayîşa Hewlêrê derbarê êrîş û êrîşkaran de ti daxuyanî nedaye. Ev êrîşa li Hewlêrê ya li dijî KNK’ê, wekî êrîşeke li dijî yekîtîya Kurdistanê û rizgariya gelê Kurd tê nirxandin û ji bilî PDK’ê hemû aliyên siyasî li dijî vê êrîşê helwesta xwe diyar kirine. Endama KNK’ê ya ji Şengalê û berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico, têkîldarê êrîşa li Hewlêrê ji ajansa me ANF’ê re axivî.

‘ÊRÎŞA HEWLÊRÊ PIŞTÎ SERDANA HAKAN FÎDAN PÊK HAT’

Riham Hico, da zanîn ku Denîz Cevdet Bulbun wekî nûnerê KNK’ê li Hewlêrê xebatên xwe dimeşand û got ku bi salane xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê kir. Hico serdana Wezîrê Karên derve ya Tirkiyeyê Hakan Fîdan a Hewlêrê jî bibîr xist û got, ‘’Beriya vê êrîşê Hakan Fîdan serdana Hewlêrê kiribû. Hakan Fîdan di axaftina xwe de got ‘Hewlêr ji bo me cihek herî bi ewle ye.’ Bi rastî Hewlêr ji bo dewleta Tirk a dagirker bûye cihê herî bi ewle ye, lê ji bo gelê Kurd, şervanên Kurdistanê, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdistanê bûye cihê herî xeternak. Di nav salên dawî de li Başûrê Kurdistanê gelek kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar hatin şehîd xistin.’’   

Hico, destnîşan kir ku îro li Kurdistanê bi destê xayîn û xwefiroşan, kesayetên ku ji bo tifaq û yekitiyê, ji bo rizgariya Kurdistanê xebat dimeşînin tên şehîd xistin û ev yek bûye cihê xemgîniyê û wiha dewam kir, “Hedefa dewleta Tirk a dagirker ew e ku gelê Kurd negihêje mafê xwe. Ev yek jî bi destê sîxuran û xayinan tê pêk anîn. Divê em vê xiyanetê qebûl nekin û li dijî wê helwesta xwe nîşan bidin.”   

‘ASAYÎŞA HEWLÊRÊ JI VÊ ÊRÎŞÊ BERPIRSYAR E’   

Hico, bal kişand ser berpirsyariya Asayîşa Hewlêrê ya di vê êrîşê de û wiha pê de çû, ‘’Ev êrîş di bin berpirsyariya wan de pêk hat. Pêwîst e ev êrîş were zelalkirin û hesab were xwestin. Li aliyê din divê tu kes li hemberî vê xiyanetê bêdeng nemîne. Dema em dibêjin hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev tê wateya em qala rêveberiya PDK’ê dikin. Li derveyî PDK’ê hikûmetek nîne. Pêwîst e gelê Kurd êdî vê rewşê qebûl neke. Ev bi taybet erka gelê me yê Başûrê Kurdistanê ye, erka rewşenbîr û siyasetmedaran e.’’  

‘DIXWAZIN KURDEK LI GORÎ XWE AVA BIKIN’   

Hico, destnîşankir ku armanca van êrîşan qirkirina gelê Kurd e û wiha axivî, “Li aliyekî êrîşê Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin, li aliyekî êrîşê Şengalê û Rojava dikin û li aliyê din êrîşê pêşengên civakê dikin. Dixwazin kesayetên azad û pêşeng tine bikin û civaka Kurd belav bikin. Dixwazin Kurdek li gorî xwe, Kurdek bê îrade, bê helwest ava bikin.’’   

‘DIVÊ HER KES HELWESTA XWE NÎŞAN BIDE’   

Riham Hico, di dawiya nirxandina xwe de helwesta qels a li dijî xiyanetê jî bi van gotinan rexne kir: ‘’Hevrê Cevdet li Hewlêrê hate şehîd xistin lê helwesteke xurt li Başûrê Kurdistanê derneket holê. Pêwîst bû gelê me yê li Başûrê Kurdistanê raba ser piyan û êrîşên dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê qebûl nekirana. Divê her kes helwesta xwe nîşan bide.”